Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û 2 kon hatin îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 2 çeper û 2 kon hatin îmhakirin, derb li 9 çeperan hate xistin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 2 çeper û 2 kon hatin îmhakirin, derb li 9 çeperan hate xistin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
8'ê Mijdarê saet di 08:00 û 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan. Derb li 2 çeperan hate xistin.
8'ê Mijdarê saet di 09:00, 09:15 û 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de çeperek û konek hatin îmhakirin.
8'ê Mijdarê saet di 09:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li hedefên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
8'ê Mijdarê saet di 11:20, 15:30, 22:20 û 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk li çeper û konên dagirkeran hate xistin. Di encamê de konek hate îmhakirin, derb li 2 çeperan hate xistin.
8'ê Mijdarê saet di 15:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li çepereke çeka A4 a dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
9'ê Mijdarê saet di 05:30, 11:00, 17:00 û 20:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin û derb li 3 çeperan hate xistin.
10'ê Mijdarê saet di 02:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan û derb li çeperekê hate xistin.
Li Herêma Metînayê;
9'ê Mijdarê saet di 07:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî;
7'ê Mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi teqemeniyan û gazên kîmyewî, 5 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
9'ê Mijdarê li Herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 22 carn bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
8 û 9'ê Mijdarê qadên Xêrê û Sêdarê yên herêma Garê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
8 û 9'ê Mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Barzan bi helîkopteran hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."