Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê berdewam dike

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Koma 23’an çalakî dewr girt.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nobeta Azadiyê hat destpêkirin. Nobeta Azadiyê bi dewrgirtina koma 23’an li Saziya Malbatên Şehîdan berdewam dike.

Berî koma 23’an nobetê dewr bigre, ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 22’an Viyan Seyhan daxuyanî xwend. Seyhan anî ziman ku weke gelê Mexmûrê bi çalakiya xwe helwesta xwe ya li dijî tecrîdê nîşan didin û got: “Nêzîkatiyên li Rêbertî tên kirin li hemberî gelê Kurd tê kirin. Rêbertî ji bo me rêya bicihanîna Kurdistanek azad e. Rêber Apo dibêje; ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin‘. Em ê li hemberî hemû zext, êrîş û xiyanetan li ber xwe bidin. Bi vê boneyê em serkeftinê ji koma nû re dixwazin.“

Piştî daxuyaniyê koma 23’an bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Mexmûrê“ û “Bijî Serok Apo“ Nobeta Azadiyê dewr girt.