Li Şirnexê civîna ‘Meşa Gemlîkê’ hat lidarxistin

Li Şirnexê beriya meşa Gemlîkê ku wê 18’ê Mijdarê li dijî tecrîda li Îmraliyê bê lidarxistin, civîna gel hat kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind tê girtin, 32 meh in tu agahî jê nayê standin. Ev rewş bi xwe re bertekan jî tîne. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, kampanyaya “ Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat destpêkirin. Her wiha wê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Di çarçoveya kampanyayê û plansaziya meşê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê li eywana konferansê ya partiyê civîna gel li dar xist. Parlamantera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan, aktivîstên TJA’yê, rêveberên rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta, “Ji rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hate daliqandin. 

Civîna gel bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nirxandina Ocalan a li ser girtîgeha Îmraliyê hate xwendin. Di dîwanê de parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal Aslan, Ahmet Başak û hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Zîlan Yaman cih girt. 

 ‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN JI BO GELAN HEWCE YE’

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku bi girankirina tecrîdê xwestin ku Ocalan bidin jibîrkirin û wiha axivî: “Azadiya birêz Ocalan ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanî re hewce û lezgîn e. Ji bo azadiya birêz Ocalan niha gelek kampanya û çalakî hatin lidarxistin. Lê belê ev nebûn sedem ku deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ev 32 meh in ku tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Ji bo azadiya Ocalan li 72 welatan kampanya hatin destpêkirin. Di nav vê kampanyayê de jî gelek siyasetmedar, nivîskar û rojnameger cih digirin. Ji îro pê ve ji her demê bêtir hewcehiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan heye. Ji ber wê divê ku li her çar parçeyan li dijî tecrîdê seknek bê nîşandan.” 

‘REWŞA LI ÎMRALIYÊ LI DIJÎ EHLEQÊ YE’ 

Uysal bi lêv kir ku Ocalan ji ber ku teslimî pergalê nebû pergala tecrîdê xistin dewrê û wiha domand: “Li gelê Kurd bindestiya sedsalan tê ferzkirin. Dema ku birêz Ocalan hatiye girtin 10 sal bi tena serê xwe ma. Piştre hin girtiyên din birin Îmraliyê. Radyo, televizyon û rojname nadinê. Ji her mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin. Rewşa ku niha li Îmraliyê heye li diji hiqûq û exleqê ye. Ev rewşa Îmraliyê bi çend seatan nayê vegotin. Birêz Ocalan beriya ku bê girtin li Sûriyê bû û digot, ‘Ev pergala serdest bi şer ji xwe re dinyayekî ava dikin û yê ku serkêşiya vê pergalê dikin gelê kurd perçe kirin, li dijî vî şêrî divê ku em rêbazeke aştiyane bibînin’. Piştre birêz Ocalan bang li gelan kir û got, ‘werin em bi hevre li dijî vê pergalê, pergaleke wekhev ku her kes bikaribe tê de hebe ava bikin’. Li ser vê heqîqetê helwest nîşan da.” 

‘HETA TECRÎD NEYÊ ŞIKANDIN EM AZAD NABIN’ 

Uysal diyar kir ku pergala ku li Îmraliyê hatiye bicihkirin bi taybetî hatiye hilbijartin û wiha axivî: “ Di wir de pergalek ava kirin û ew pergal jî ev e ku dixwazin her kurdek di bin tecrîdê de be. Bi guhertina qanûnan pergala tecrîdê xistin meriyetê. Dema ku rêberê gelekî ku têkoşîna azadiyê dide, hate girtin ew gel perçe dibe. Ji ber wê dewleta tirk jî pergala tecrîd ava kir û qasî ku ji destê wan tê giran dikin û ev pêkanîn ceriband û didomîne. Bi salan e salane birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev dorpêça li Îmraliyê îro li ser her qadên civakê û siyasetê belav bûye. Bi girankirina tecrîdê xwestin tespît bikin ku gelê Kurd wê jibîr bike yan na. Dewletê got, ‘Heke ku em rêberê vî gelî dorpêç bikin û tune bikin ew ê bikaribin tune bibin’. Lê gelê kurd li her qadan berteka xwe ya li dijî tecrîdê nîşan daye û dide. Herî dawî me ji Îmraliyê agahiyek stand. Li ser vê agahiyê gelê Kurd rabû ser pêya. Piştre di dema pêvajoya koronayê de bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. Piştre li ser jiyan û tenduristiya birêz Ocalan agahî belav kirin. Ev 32 meh in tu agahî ji Îmraliyê nîne. Îro em ji tendûristî û rewşa wî agahdar nîn in. Bi vê tecrîdê şerê xwe mezintir dikin. Dibêje ku heke ku ez wisa bidomînin dê her kes jibîr bike. Dixwazin bi vê yekê bi ser bikevin. Lê em bi van kampanyayan dixwazin ku haya gel ji vê pêkanîna dewletê ya li Îmraliyê hebe. Heta ku em tecrîda li Îmraliyê ranekin, em ê nekarîn heta li ber deriyê xwe jî rûnin. Divê ku her kes bi ruh û bi hiş bi birêz Ocalan re hevrêtiyê bike da ku em bikaribin tecrîdê rakin.”

Piştî axaftina Uysal, civîn bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.