Di civîna gel ên li Wanê de banga tevlîbûna 'Meşa Azadiyê' hate kirin

Di civînên gel ên li navçeyên Ebex û Elbak a Wanê de, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin û banga tevlîbûna xurt a li "Meşa Azadiyê" ya 18'ê Mijdarê li Gemlîkê tê lidarxistin, hate kirin.

Li navçeyên Elbak û Ebexê yên Wanê civînên gel hatin lidar xistin.

Civîn ji aliyê Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ji bo bal bikişînin ser tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirinên li girtîgehan û ‘Meşa Azadiyê’ ku wê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidar xistin hate organîzekirin.

Di civîna ku li Elbakê gelek kes lê amade bûn de Hevseroka DBP'a Wanê Şengul Polat axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyeke gelekî dijwar re derbas dibin.

Şengul Polat got, “Bi salan e li ser Ocalan tecrîdek pir giran tê meşandin. Ev tecrîd rêya aştiyê asteng dike. Niha ev tecrîd bi taybetî di şexsê Ocalan de li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Em ê di serî de ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û ji bo azadiya hemû girtiyan civîn, xebat, çalakî û meşên xwe pêk bînin.”

Hevseroka Şaxa MEBYA-DER'a Wanê Hanim Kaya, jî destnîşan kir ku ew ê xwedî li têkoşînê derbikevin û anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya tevahiya civakê ye. Kaya da zanîn ku yekane Mifteya Çareseriyê Ocalan e û ev tişt gotin: “Êdî divê em xwedî li mifteya aştî û demokrasiyê derbikevin. Divê em bibin yek dil û li qadan deng derbixin. Tecrîda li ser Ocalan belavî her kolan û taxên Kurdistanê bûye. Ji bo ku em vê tecrîdê bişkînin, azadiya Ocalan pêk bînin dê di 18’ê Mijdarê de bi navê “meşa azadiyê” ber bi Îmraliyê ve li dar bixin. Divê her kesek bi awayekî xurt tev li meşê bibe.”

Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar, jî anî ziman ku divê her kes di ferqa giranahiya pêvajoyê de be û wiha got: “Birêz Ocalan bi salane di bin tecrîdê de ye, nahêlin em dengê wî jî bibîhizin. Hemû kesên xwedî wijdan divê bibin şirikî vê têkoşînê. Divê em peywîra dikeve li ser milên me bikin. Heta ku birêz Ocalan û her çar parçeyê Kurdistanê azad nebe divê kes bi awayekî rehet li mala xwe nerûne. Divê em ji bo azadiyê têbikoşin. Em ê di 18’ê Mijdarê de meşa azadiyê li dar bixin. Me heta niha daxwaza hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re dikir lê êdî em daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin û em ê ji bo vê meş û aktîvîteyan li dar bixin. Em herkesê vedixwînin meşa azadiyê. Werin em bi hev re bibin dengê zindanan.”

Civîna gel bi nîşandana sinevîsyonê bi dawî bû.

Li navçeya Ebexê jî navnîşana civîna gel bû avahiya navçeyê ya HDP’ê. Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Enver Taş ê di civîna welatî tevlibûyîn de axivî, wiha got: “Ji bo ku aştî were vî welatî divê herkes xwedî li birêz Ocalan, axa xwe, zarokên xwe û nirxên xwe derkeve.” 

Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr a pişt re axivî jî bal kişand ser tecrîda belavî girtîgehan bûyî û wiha got: “Azadiya birêz Ocalan û girtiyan li ser milê me ye. Ji ber vê yekê divê em gelek bixebitin. Çi bikin bila bikin em ê wan ji girtîgehê derxînin. Ji bo vê divê jin, ciwan herkes tev li meşa azadiyê ya di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve were lidarxistin bibin.”

Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay jî diyar kir ku sed sal in gelê Kurd ji bo azadiya xwe bedelên giranbiha dide û wiha got: “Divê em birêz Ocalan êdî ji nav wan çar dîwaran de derxînin û azad bikin. Divê em li her tax, kolan û bajar bixebitin. Ji ber vê yekê divê herkes tev li meşa ber bi Gemlîkê ve tê lidarxistin bibe. Em tenê naxwazin ku tecrîd rabe, em azadiya birêz Ocalan dixwazin. Divê em bi esas girtina paradigmaya birêz Ocalan xebatan bimeşînin. Roj ne roja rûniştin û bêdengiyê ye. Heke em di ferqa hêza xwe de bin em dikarin her tiştî pêk bînin.”