Li Şengalê komxebata jinan: Em ê li dijî planên qirêj xwe biparêzin

Fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî di komxebata jinan a li Şengalê de axivî û got, “Divê em êşa ku di 2014’an de bi me dan kişandin, veguherînin hêz û zanabûnê. Em ê bi mezinkirina rêxistinbûna xwe bersivê bidin kesên ku êrîşî baweriya me dikin.”

Komxebata ‘Jin û Parastin’ ya bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Komxebat piştî nîvro bi sê semînerên ku ji aliyê Hêza Şengalî, Ferîde Şengalî û Fatîma Mistefa ve hate dayîn, berdewam kir.

FERMANDARA YJŞ’Ê: ÊŞA ME DIVÊ VEGUHERE HÊZ Û ZANEBÛNÊ

Di semînera yekemîn de fermandara YJŞ’ê axivî. Hêza Şengalî diyar kir ku di fermanê de di şexsê jinên Êzidî de hewl dan îradeya jinên Êzidî tune bikin û wiha axivî: “Di şexsê jinên Êzidî de tunekirina îradeya jinê hedef girtin. Civakekî bêparastin haya wê ji tiştek nîne. Civaka me bi banga Rêber Apo ji tarîtiyê rizgarbû. Şehîd Gulçîn ku ji Rojhilat bû û dayîka du zarokan bû xwe ji bo me feda kir. Hevala Arîn, Bêrîvan, Rosyar û Nûjiyan gelek hevalên din pêşengî ji jinên Êzidî re kirin û xwe ji bo me fedakirin. Êşa ku di 2014’an de bi me dan kişandin, divê veguhere hêz û zanabûnê. Divê em xwedî li xewn û xeyalên şehîdan derkevin. Em soza xwe ya tolhildan û rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de mane nû dikin. Têkoşîna YJŞ’ê ne tenê li dijî DAÎŞ’ê li dijî hevkarê wê PDK’ê û dewleta Tirke jî. Ji 2014’an ve êrîş li dijî me çêdibin. Hinek derdikevin, ji me re dibêjin, hûn ne rewa ne! Erê em pirs dikin, yên 2014’an ji Şengalê reviyan, hêzên rewane?”

FATÎMA MUSTAFA: PARASTIN NE TENÊ KARÊ ZILAM E

Piştî Hêza Şengalî li ser navê jinên Ereb yên Şengalê Fatîme Mistefa jî semînerek bi zimanê Erebî da. Fatîme Mistefa diyar kir, tenê YJŞ’ê wan diparêze û got: “YJŞ’ê parastina vir dike. PDK dixwaze civaka Êzidî bixapîne. Li beramber vê divê jinên Êzidî û Ereb hev bigirin. Divê em bihevre parastina xwe û welatê xwe bikin. Ev ne tenê karê zilam e, kare jinê ye jî. Jin dikare roleke mezin bilîze. YJŞ hêza me ya parastinê ye û wê ti kes nekare têk bibe.’

Piştî wê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî jî semînerek da. Ferîde Şengalî wiha axivî: “Ne yên xiyanet kirin ne jî yên ronahiyê anîn, wê neyên ji bîr kirin. Ji bo parastina xwe nabe, em pişta xwe bi Iraqê germ bikin. Asayîşa me û YJŞ’ê heye, lê divê gelê me tev parastina xwe bike û em bihevre pêşî li fermanan bigirin. Yên li Şengalê man û li berxwe dan, dikarin li ser navê Êzidiyan biaxivin. Divê em Êzidî doza xwe biparêzin. Em nehêlin kes xwe li ser xwîna şehîdan bide jiyankirin.”

Piştî semînerê TAJÊ ji ber parastina jinên Êzidî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî YJŞ’ê kir. Dayîkên Şengalê diyariya TAJÊ dan fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî.

CÎHAN CELO: HÊZ Û ÎRADEYA ME HEYE

Piştre Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo axaftina girtinê kir. Cîhan Celo destpêkê bal kişand ser peyamên di komxebatê de derketin pêş û got: “Peyama ji vir derket, têkoşîn, xweparastin û li dijî dijmin rabûn bû. Hêza me jinan heye û îradeya me heye. Êdî wê nekarin weke berê li ser me planan bimeşînin. Hem hêza me ya civakî hem jî ya parastinê heye. Ne tenê li dijî êrîşên dijmin, divê em xwe ji êrîşên mêran jî biparêzin û têkoşîna li dijî wê jî bikin. Di dîrokê de timî jinên Êzidî li berxwe dane. Niha em û jinên Ereb bihevre li vir li ser fikra netewa demokratîk kom bûne. Berê me kiribûn dijminê hev, lê me bi netewa demokratîk van pîlanan vala derxist. Em ê li dijî tecrîd, zordarî û pîlanan bihevre bisekinin. Em deyndarên Rêber Apo ne. Emê xweseriya xwe bi berxwedan û têkoşînê mîsoger bikin. Eger em xweseriya xwe mîsoger nekin, wê timî plan li ser me birêve bibin. Em niha bi saya fikrên Rêber Apo li vir kombûne. Ji ber vê di serî de rizgarkirina Şengalê û vê komxebatê li Rêber Apo, li şehîdan, li hemû gelê me û jinan pîroz dikin.”

Piştî axaftinan dirûşmên, ‘Jin jiyan Azadî’ û ‘Bijî Rêber Apo’ hatin berzkirin û govend hate gerandin.