Li Şirnexê milîsên HBDH’ê li wesayîta bi zirx dan

Milîsên Ceren Guneş ên HBDH'ê ragihandin ku weke bersiva li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, wan li Şirnexê li hemberî wesayiteke zirxî çalakiyeke bombeyî kirine.

Milîsên Ceren Guneş ên HBDH di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got; "Dewleta faşîst ji bo Şoreşa Rojavayê bifetisîne her firsendê dinirxîne û li Rojava bê navber êrîşên sûîqestê dike."

Di dewama daxuyaniyê de: "Em wekî Milîsên Ceren Guneş a HBDH’ê li Şirnexê di êvara 1'ê Mijdarê de me li dijmin da. Me çalakiya bi molotof û bombeyî li Şirnex/Silopiyayê li taxa Nû ya cadeya 8. de li hemberî wesayita zirxî lidar xist."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî çalakiya me, polîsan li tevahiya taxê tedbîrên awarte girtin, bi şev di nava tirsê de nobed girtin. Milîsên me bi rengekî serketî ji qadê çûn."