Li Hesekê êrîşî baregeha DYE’ê kirin

Koma bi navê Hêzên Berxwedana Iraqê, êrîşî baregeha leşkerî ya Şedadê ya Emerîkayê ya li Hesekê kir.

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ku 7’ê Cotmehê dest pê kir, koma bi navê Hêzên Berxwedana Iraqê, êrîşî baregeha leşkerî ya Şedadê ya Emerîkayê ya li Hesekê kir.

Derbarê encamên êrîşê de ti agahî nehatin bidestxistin, daxuyaniyeke fermî jî nehat dayîn.

Heta niha gelek êrîş li ser baregehên Emerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin. Hinek ji wan êrîşan ji aliyê Hêzên Koolîsyonê û pergalên parastina hewayî yên Emerîkayê ve hatin bêbandorkirin.

Pantegon di daxuyaniya xwe têkîldarî êrîşê de ragihand ku di êrîşên li ser baregehên wan ên li Iraq û Sûriyeyê de bi giştî 46 leşker birîndar bûne.