Roja 34’an a şerê Îsraîl û Hamasê: Li Xezeyê cihek bi ewle nemaye

Di roja 34’an a şerê Îsraîl û Hamasê de, Îsraîlê ragihand ku wan keleheke Hamasê xistiye bin kontrola xwe. Krîza mirovî ya ji ber şer rû daye, her saetê hîn giran dibe.

Di şerê ku bi êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kir re, li Şerîda Xezeyê û Rojavayê Şerîeyê her kêliya ku derbas dibe windahî zêde dibin. Artêşa Îsraîlê hem ji hewa hem jî ji bejahiyê bi tundî Xezeyê bombebaran dike.

MSF’ê: LI XEZAYÊ CIHEK BI EWLE NEMAYE

Li gorî nûçeya Reutersê, Serokê Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) got, “Li Xezeyê ti herêmeke ewle nemaye” û diyar kir ku bi qasî ji sedî 30’yê kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane, li başûrê Şerîda Xezeyê hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di bîlançoya xwe ya dawî de roja Çarşemê, ragihandibû ku herî kêm 10 hezar û 569 kes mirine, ku ji wan 4 hezar û 324 zarok in. Tê texmînkirin ku bîlanço roja Pêncşemê hîn girantir bibe. 

UNRWA: REWŞ DIBE JI KONTROLÊ DERBIKEVE

Serokê Saziya Unrwa ya Neteweyên YeKbûyî ya penaberên Filîstinê Philippe Lazzarini di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê diyar kir ku fikarê wan heye ku rewşa li Xezeyê ji kontrole derkeve û got ku li rojavayê Şerîeyê ‘di nava tevlîheviyê de ye.’

Her wiha Lazzarini anî ziman ku di serî de sotemanî divê alîkariyê mirovî ên hewcedar ji bo Xezeyê dewam bike.

Lazzarini da zanîn ku alîkariyên ku ji deriyê sînor ê Refahê re derbas dibin têrê nakin û xwest hemû deriyên sînor ên ji bo Xezeyê bên vekirin.

Roja Pêncşemê rayedarekî leşkerî yê Îsraîlî îdia kir ku "li Şerîda Xezeyê qeyrana mirovahî tune."

HEYVA SOR: 756 TIR GIŞTIN

Heyva Sor a Filistînê di peyamekê de ku li ser X’yê weşand, ragihand ku roja Pêncşemê 106 kamyonên nû yên alîkariyên mirovî wergirtine. Li gorî hejmartina ku ji aliyê Al-Jazeera ve hatiye piştrastkirin, ev hejmar ji 21’ê Cotmehê ve gihîştiye 756 kamyonan. Rêxistinê diyar kir ku ti kamyonên sotemeniyê sînor derbas nekirine.

ÎSRAÎL: ME KELEHEKE AÎDÎ HAMASÊ XIST BIN KONTROLA XWE

Li gorî nûçeya Haaretzê artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên piyade piştî pevçûnên deh saetan li bakurê Şerîda Xezeyê keleheke Hamasê xistine bin qontrola xwe.

Hat diyarkirin ku leşkeran li kampa penaberan a Cibaliye ya li bakurê Şerîda Xezeyê çeperek kontrol kir.

EFSEREKÎ LEŞKERÎ YÊ HEMASÊ HATE KUŞTIN

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê X’yê da, ragihand ku li Xezeyê efserekî yekîneyên dijî tank yên Hamasê Îbrahîm Ebu Magsib kuştine. Li gorî Haaretz, Ebû Magsib di dema serdegirtinê de hatiye kuştin. Ofîsa ragihandinê ya Hamasê ev agahî piştrast nekir.

LI CENÎNÊ 7 FÎLISTÎNÎ HATIN KUŞTIN

Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya Filistînê ragihand ku li Cenîna ku dikeve bakurê Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriyê de ye 7 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê ragihand ku "hêzeke mezin a artêşa dagirker" bi ser gelek rêyên Cenînê de girt. Di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê artêşa Israîlî ragihand ku hêzên wan li Cenînê fealiyet dikin, lê hûrgiliyên zêdetir nedan.

LI ROJAVAYÊ ŞERÎAYÊ HERÎ KÊM 170 FILÎSTÎNÎ HATIN KUŞTIN

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendurîstiyê ya Filîstînê, ji 7’ê Cotmehê û vir ve li Rojavayê Şeriayê ya ku di bin dagirkeriyê da ye, ji ber gulebarana leşker yan jî nişteciyên Îsraîlê 170 Filîstînî mirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heta niha zêdetirî hezar Filistînî yên girêdayî Hamasê li Rojavayê Şerîeyê girtine.

SEROKWEZÎRÊ FILÎSTÎNÊ: HEWCEDARÎ BI PARASTINA NAVNETEWEYÎ HEYE

Li gorî nûçeya Reutersê Serokwezîrê Filistînê Muhammed Ştayyeh di axaftina xwe ya li konferansa alîkariyên mirovî yên li Parîsê de destnîşan kir ku Filistîniyan hewcedarê parastina navneteweyî ne.

Ştayyeh destnîşan kir ku rêgezên mafên mirovan ên navneteweyî hatine binpêkirin û dewleta Cihû sûcên şer pêk tîne û got ku, Îsraîl ne li dijî Hamasê, li dijî hemû Filistîniyan şer dike.

MACRON BANGA AGIRBESTÊ KIR

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di heman konferansê de axivî û got ku "divê agirbesteke mirovî bi lez li Xezeyê bê pêk anîn" û divê welatên cuda jî ji bo agirbestê bikevin nava hewldana. Macron got, "Divê sivîl bên parastin, ev yek esasî ye, nayê muzakerekirin û pêdiviyeke lezgîn e."

Macron her wiha da zanîn ku Fransa dê îsal 80 milyon euro zêde ji bo alîkariyên mirovî ji gelê Filistînê re veqetîne û got ku ev rêje dê bigihêje 100 milyon euroyî. Serokkomarê Fransayê got: "Ji 7’ê Cotmehê ve Fransayê 20 mîlyon euro alîkariya mirovî ya zêde ragihandiye û em ê vê hewlê ji bo sala 2023’yan bigihînin 100 mîlyon euro."