Dewleta Tirk gundên Qendîlê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker dîsa gundên Qendîlê ku duh 2 sivîl birîndar bûbûn, bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker dîsa gundên Qendîlê ku duh 2 sivîl birîndar bûbûn, bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Qendîlê bombebaran dike. Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm diyar kir ku balafirên şer li ser gundên Qendîlê ji nêz ve firiyan û tevî Bokrîsanê yê ku duh bombebaran kiribûn çend gundên din jî bombebaran kirin.
Der barê kuştî û birîndarên gundan de hîn agahî nehatine girtin. Dewleta Tirk duh li nêzî gundê Boskênî bi SÎHA sivîl hedef girtibûn û di encama êrîşê de 2 kes bi giranî birîndar bûbûn.