KCK: Divê her kes li ber êrîşên qirkirina Kurdan rabe!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya armanca xwe ya qirkirina Kurdan de li Şengal, Silêmaniye û Kelarê êrîş kir û bang li her kesî kir ku li ber êrîşan rabe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di nava hefteya dawî de dewleta Tirk a mêtinger qirker li Şengal, Silêmaniye û Kelarî êrîş kir û di encamê de şehadet çêbûn. Em van komkujiyên ku dewleta Tirk bi hevkarên xwe kiriye bi tundî şermezar dikin, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Êrîşên li Şengal, Silêmaniye û Kelarê mîna êrîşên beriya niha di çarçoveya qirkirina Kurdan de hatin kirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi êrîşa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê dixwaze gelê Kurd bitirsîne, bişikîne, teslîm bigire û li ser vê bingehê planên xwe yên qirkirinê bi cih bîne. Em bang li her kesî dikin ku li dijî dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û li hemberî van êrîşên qirkirina Kurdan helwestê nîşan bidin, li ber rabin.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE PLANEKE NÛ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI CIH BÎNE

Dewleta Tirk planeke nû li ser Başûrê Kurdistanê dixe meriyetê. Ji bo vê plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk bîne zextê li dewleta Iraqê û YNK'ê dike, mîna PDK'ê hevkariyê li ser wan ferz dike. Dewleta Tirk bi rêya van êrîşan her wiha hewl dide çavê dewleta Iraqê û YNK'ê bitirsîne. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP'ê ku li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li bin ketiye, bi kûrkirina şerê li herêmê dixwaze encamê bi dest bixe. Gef û êrîşên li ser hêzên welatparêz ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, van planên qirêj ên dewleta Tirk radixin pêş çavan, kifş dikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi vê helwesta xwe ketiye pozîsyoneke welê ku zerarê dide her kesî. Bi mejiyê qirker, mêtinger, nijadperest, neteweperest û neo-osmanî tevdigere. Li Rojhilata Navîn bi kûrkirina şer dixwaze sûdê ji vê rewşê werbigire û serweriyê li ser dewletên herêmê dayne.

DEWLETA TIRK DIXWAZE QIRKIRINA ÊZIDIYAN TEMAM BIKE

Di êrîşa li ser Şengalê de welatparêzê hêja yê xelkê me yê Êzidî Sadûn Mîrza Elî şehîd bû. Êrîşa li Şengalê êrîşek li ser îradeya azad a xelkê me yê Êzidî ye. Dewleta Tirk dixwaze xelkê me yê Êzidî qir bike ku DAÎŞ'ê nekarîbû bike. Êrîşên li ser Şengalê hemû bi vê armancê ne.

Abdulkadîr Sabrî Toprak ê li Silêmaniyeyê di êrîşê de şehîd bû, ji ber faşîzma AKP-MHP'ê neçar mabû ji Bakurê Kurdistanê derkeve û li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê bi cih bûbû. Ev ewladê hêja yê gelê Kurd ku di nava gel de weke Dr. Sabrî dihate naskirin, bi keda xwe debara xwe dikir, di heman demê de bi dilxwazî xizmeteke mezin ji gelê xwe re dikir. Ew bi xwe di heman demê de ewladekî şehîdekî bû. Hevalê Sabrî hîn zarok bû, bavê wî hevalê Rêzan tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûbû û di destpêka salên 1990'î de şehîd bûbû.

Di êrîşa li Kelarê de kadroyê tevgera me hevalê Şevger şehîd bû. Hevalê Şevger ji sala 2022'an û pê ve li Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe dewam dikir, karê siyasî dikir. Di şexsê her sê şehîdên xwe de em şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê hesreta şehîdên xwe pêk bînin."