Tevgera Azadî banga rêxistiniya 'bi ruhê Raperînê' kir

Tevgera Azadî bi wesîleya salvegera Raperînê ya 5'ê Adara 1991'ê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û bang kir ku bi ruhê Raperînê rêxistinî bê kirin.

Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi boneya salvegera Raperîna Gelê Başûrê Kurdistanê ya 5’ê Adara sala 1991’an daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Gelê bi helwest û welatparêz yê serîhildêr û malbatên şehîdan, hun bûn bi ruh û îradeyek xurt li hemberî rejîma dagirker û faşîst ya Baasê rabûn. We çok li artêşek da danîn û heya dawiyê jî ew rejîma dîktator ne rabû ser xwe. Bê guman ev serkeftin ji bo Gelê Kurd werçerxek dîrokî bû.

Berpirsyartiya raperînê ji bo destketiyên hizbî, herêmparêzî, berjewendîxwazî û talanî, li ser milê desthilata ku ev 33 salin li Başûrê Kurdistanê bûye sedema pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û nekariye destkeftiyan biparêzeye. Desthilat destkeftiyên heyî ji dest daye û dijî berjewendiyên gel û nîştimaniyê siyasetê dike.

Pitşa xwe dane dagirkerên Kurdistanê, leşkerên dagirkeran ji bo şerê dijî şoreşgerên Kurdistanê anîne ser xaka Kurdistanê. Niha jî li Başûrê Kurdistanê dijî tevgera azadiyê û terorkirina azadixwazan alîkariya artêşa Tirk a dagirker dikin.

Xelkê xweragir, serhildêr û tevahî Kurdistanê, ji bo rawestîna lihemberî vê zilm û zordariyê, ji bo parastina destkeftiyan û armanca şehîdên raperînê, ji bilî yekitî û xwe rêxistinkirinê ti derfet û bijardeyek din li pêşiya nîne. Em bang li hemû jin, ciwan û civakê dikin, bi ruhê raperînê xwe birêxistin bikin û bi rê û ramana azad têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê geş bikin.”