Reşîd diyar kir ku nelirêtî û polîtîkayên ekonomiyê yên PDK’ê dibe ku bibe sedem xaka Başûrê Kurdistanê hîn zêdetir bê dagirkirin yan jî sermayeya herêmê di warê navneteweyî de rastî blokajan were û destnîşan kir ku xelkê Başûrê Kurdistanê divê ji vir û şûnde hîn bêhtir xwedî li sîstem û destkeftiyên xwe derkeve.
Biryarên ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê derbarê herêma Başûrê Kurdistanê li ser mijarên hilbijartin û ekonomiyê dayî, bandora xwe li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Tê diyarkirin ku biryarên dadgehê çavkaniya xwe ji siyaseta PDK’ê digirin û li aliyê din jî tê gotin ku ev biryar li dijî sîstem û destkeftiyên xelkê Başûrê Kurdistanê derbeyek e. Hin derdor jî li hemberî vê rewşê aciziyên xwe tînin ziman. Parlamenterê berê yê Partiya Komeleya Dadgerî ya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd jî têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.
Reşîd biryarên dadgeha federal bi bîr xist û got ku hilbijartinên ji aliyê komîsyona navenda Iraqê ve bên meşandin, wê ne di çarçoveya ku PDK’ê diyar kirî de be. Reşîd ragihand ku berê di bin navê yek herêmê de hilbijartinê hebûn û destnîşan kir ku ev yek dibû sedem ku PDK bi rehetî planên xwe bixe meriyetê. Reşîd anî ziman ku PDK di bin navê kota hindikahiyan de hîn neketî hilbijartinan 11 parlamenter garantî kirin û destnîşan kir ku ev rewş ne qanûnî ye.
WÊ DI NAVBERA DERDORÊN SIYASÎ DE HEVSENGIYEK ÇÊBIBE
Reşîd diyar kir ku bi biryarên nû êdî wê di bin navê 4 herêman de hilbijartin bên kirin û got: “Eger biryarên ku hatine girtin bên pêkanîn, li şûna ku li Herêma Kurdistanê tenê partiyek li ser desthilatedariyê be, êdî wê di navbera derdorên siyasî yên herêmê de hevsengiyek çêbibe. Ev yek dibe ku ji bo hêzek yan jî derdoreke siyasî ku heta niha li Herêma Kurdistanê nehatiye ser desthilatdariyê, geşedanên bi sûd biafirîne. Bi van biryaran re wê li herêmê guhertin çêbibin û eger ev biryar di cihê xwe de bên bikaranîn, dibe li Herêma Kurdistanê hin geşedanên demokratîk çêbibin. Geşedanên nû wê bibe berovajiyê tarzê ku heta niha ji aliyê PDK’ê ve dihat birêvebirin. Li gorî qanûna berê ya hilbijartinê ya ji aliyê PDK’ê ve hatî diyarkirin, rewşên ku di cîhanê de mînaka wê neyî diqewîmîn. Mînak, di hilbijartinên borî de li Diyana ya li Herêma Soranê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê derdora sedî 120 bû. Gelek parlamenter bi 120 dengan hatin hilbijartin. Di esasê xwe de parlamenterên ku bi vî rengî hatine hilbijartin, divê 20 hezar deng wergirtiban. Bi van biryarên nû wê ev rewş ji holê rabe.”
WEZARETA PÊŞMERGE ÇAWA MEAŞÊ DIDE 433 HEZAR KESAN?
Reşîd qala biryarên ku têkildarî meaşan jî hatine dayîn, kir û diyar kir ku di encama siyaseta ku tê meşandin de li Herêma Kurdistanê meaşên xebatkaran nayê dayîn. Reşîd bal kişand ku ev yek demek dirêj e li herêmê diqewime û ragihand ku ji ber krîzên heyî di dahatiyên herêmê de ketineke mezin heye. Reşîd destnîşan kir ku ev yek bandorê li sîstema herêmê jî dike û bal kişand ser van xisûsan: “Bi biryarên nû wê Bexda êdî meaşan bide û ev yek wê li cihekî navendî bê pêkanîn. Ev biryar di heman demê de nahêle hin derdor ji bo kadroyên wan meaş bigirin li gorî keyfa xwe bikin rayedarên dewletê. Geşedanên têkildarî vê yekê êdî li Wezareta Maliyeyê ya girêdayî Bexdayê bê meşandin. Ji ber ku li gorî sîstema berê nelirêtiyên pir mezin jî di vê qadê de çêbûn. Mînak, 433 hezar kes ji Wezareta Pêşmerge meaş digirin. Dewletên xwedî nifûsa 50-60 milyon jî ne xwedî artêşeke 400 hezar kesî ye. Lê çawa li cihekî ku nifûsa wê 6 milyon e, 433 hezar kes meaş digirin?
‘PEYMANA PETROLÊ YA BI TIRKIYEYÊ RE HATÎ KIRIN Û ÇÛYÎNA WÊ YA ÎSRAÎLÊ’
Reşîd biryarên ekonomiyê jî nirxand û got ku firotina petrolê jî wê êdî ji aliyê Bexdayê ve bê kirin. Reşîd diyar kir ku piştî hin peymanên hatine kirin, di sala 2009’an de dest bi firotina petrolê hate kirin û wiha pêde çû: “Dema ku ev yek hat kirin, hikûmeta Iraqê got ku ev yek ne qanûnî ye û rapor dişandin Herêma Kurdistanê. Lê bersiva yek raporê jî nehat dayîn. Ji dervey qanûnên li Iraqê hatine diyarkirin firotina petrolê, sûc tê hesibandin. Lê dewleta Tirk di sala 2013’an de bi PDK’ê re peymanek çêkir ku qasî 50 salan dikare ji Herêma Kurdistanê petrolê bikire. Iraqê gelek caran got ku ev yek ne qanûnî ye, lê firotina petrolê dewam kir. Ev yek berê di dadgehên Iraqê de jî ket rojevê. Têkildarî firotina petrolê ya ne qanûnî, berê jî di warê navneteweyî de pêkanîn hatin ferzkirin. Hetta li hin cihan ceza jî hatin dayîn. Piştre hat fêmkirin ku petrola tê dayîna Tirkiyeyê, ji wir tê firotina Îsraîlê. Yanî hinekî Tirkiye di vê rewşê de rola pirê dilîze. Piştre dîsa derket holê ku piranî kar û barên rafîneyan ji aliyê şîrketên Îsraîlê ve hatine kirin. Lê li gorî biryarên Parlamentoya Federal a Iraqê bi Îsraîlê re her cure bazarî bi taybetî jî bazara petrolê kirin qedexe ye. Eger ev yek bi rêyên derqanûnî jî çêbibe, dibe ku bibe sedem li dadgehên navneteweyî bê darizandin. Ev yek ji bo Herêma Kurdistanê rewşeke baş nîşan nade.”
Parlamenterê berê yê Iraqê Ehmed Hecî Reşîd diyar kir ku di encama polîtîkayên PDK’ê de li herêmê çînbûn jî pêş ketiye û bi bîr xist ku ji ber van polîtîkayan bi tebeqeya li rex desthilatdariyê re, tebeqeyeke ku ji xizanan jî pêk tê derket holê. Reşîd ev tişt bilêv kir: “Herêmeke pir dewlemend a xwedî nifûsa 6 milyonê, çawa ji 32 milyoar dolarê zêdetir deynê wê çêdibe? Navê vê nelirêtî ye. Ev deyn dibe ku bibe sedem di rojên li pêş me de xaka Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir bê dagirkirin. Yan jî sermayeya herêmê di warê navneteweyî de rastî blokajan were.”
‘XELKÊ BAŞÛR DIVÊ XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERKEVE’
Reşîd qala aliyên neyînî yên van biryarên Iraqê jî kir û ragihand ku ev yek sîstema Herêma Kurdistanê lewaz dike. Reşîd destnîşan kir ku herêmeke ku hêza wê lewaz ketibe, nikare siyaseteke xurt bimeşîne û wiha got: “Di destkeftiyên bi dest xistî de, nikare mîna berê mafê tasarrufê bikar bîne. Ev yek ji bo siberoj û rewşa xelkê Başûrê Kurdistanê baş nîne. Berpirsyarên Herêma Kurdistanê dikarin ji vê yekê sûd werbigirin û deskeftiyan hîn zêdetir bikin. Lê xwe dewlemend kirin, gel jî xizan kirin. Sîstema hilbijartinê ya ku PDK’ê bi sîstema xwe afirandî, hate betalkirin. Êdî rêyên wê jî nema ku li gorî xwe hilbijartinê bike. Tişta ku dikeve ser milê xelkê Başûrê Kurdistanê jî ew ku ji vir û şûnde hîn bêhtir xwedî li sîstem û destkeftiyên xwe derbikeve.”