HPG: Li Zapê droneyek hate îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên YJA Starê li herêma Zapê droneyeke bombebarkirî îmha kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Zapê droneyek hatiye îmhakirin, hin çeperên şer çar caran bi droneyên bombebarkirî hatine bombekirin, herêmên Metîna, Zap, Xakurkê û Garê bi giştî 44 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

"Li herêma Zapê;

6'ê Adarê saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm droneyeke bombebarkirî li hewayê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi droneyên bombebarkirî û teqemeniyên qedexekirî;

29'ê Sibatê û 5'ê Adarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

5'ê Adarê li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê carekê bi droneyên bombebarkirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 1 û 6'ê Adarê de li Herêma Metînayê qadên Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê, Bazê, Serê Metîna 11 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 10 caran, li Herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Goşînê, Ava Lolanê û Sinînê 11 caran, li Herêma Garê qadên Neqeba Xêrê, Girê Zengilê, Kanîsarkê, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê, Sêdarê 10 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran; bi giştî 44 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."