BI DÎMEN

Çalakvanên Behdînanê: Nikarin fikrê me zindanî bikin

Çalakvanên Behdînanê dibêjin: “Her çend em di nav çar dîwaran de hatibûn zîndanîkirin jî, lê fikra me nayê zîndanîkirin.”

Çalakvanên Behdînanê Karger Ebas û Bedewar Eyûb têkildarî destgîrkirinên neqanûnî yên PDK’ê û ew îşkenceyên ku di zîndanên PDK’ê de li girtiyan tên kirin, ji ANF’yê re axivîn.

‘PDK BÊ HINCET EM REVANDIN’

Karger Ebas têkildarî destgîrkirina xwe û hevalên xwe yên çalakvan û rojnameger wiha got: “Ez tevî komek kesayetiyên din ku rojnameger, çalakvan û mamosta bûn, em hatin revandin û bê hincet em hatin destgîrkirin. Em salekê hatin zîndanîkirin û heta îro jî beşek ji hevalên me di zîndanê de ne û di wexta destgîrkirina me de bi tu awayî li ser bingeheke qanûnî li hember me tev negeriyan.”

‘HEMÛ TEVGERÊN PDK’Ê LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN IN’

Karger Ebas amaje bi wan binpêkirinên mafan kir ku ji hêla PDK’ê ve tên kirin û wiha axaftina xwe domand: “Di zîndanên PDK’ê de gelek îşkenceyên derûnî û fizîkî li me hatin kirin, bi awayekî wisa ku di nav wê zîndanê de ku em hatibûn zîndanîkirin, tu rêgezeke mafên mirovî tune bû. Hemû tevgerên PDK’ê li dijî mafên mirovan bûn. Hetta nedihiştin ku em bi malbatên xwe re biaxivin ku ev yek sadetirîn maf e. Tenê ji bo rojekê jî wek zîndaniyekî asayî li hember me tev negeriyan, her tim miameleya dijmin li me dihate kirin.”

‘RAZAN Û NANXWARIN JÎ WEK ÎŞKENCE LI DIJÎ ME DIHATE BIKARANÎN’

Kemanger di berdewamiya axaftina xwe behsa wan îşkenceyan kir ku li çalakvan û rojnamegerên girtî dihatin kirin û ev tişt anîn ziman: “Wek rêyeke din a îşkencekirina me, zîndanên me ew qas biçûk bûn ku di wan de cihê me yê razanê jî tune bû. Wan ev yek ji bo îşkenceya derûnî dikir, em dihatin neçarkirin ku em li ser tenişt û di cihekî gelek teng de razên. Tevî vê yekê, cihê me yê xwarinê jî tune bû. Razan û nanxwarin jî wek îşkence li dijî me dihate bikaranîn.”

‘PDK DITIRSE KU ZILMA WÊ AŞKERA BIBE’

Karger Ebas da xuyakirin ku PDK ditirse ku zilma wê aşkera bibe û wiha domand: “Çend mehan carekê me dikarî em bi malbatên xwe re biaxivin, axaftina me jî di bin çavdêriyeke tund de bû. Çinku PDK ditirse ku em wê zilma zêde ku di zîndanan de li hember me dikir, ji malbatên xwe re bibêjin.”

‘BERXWEDANA HEVALÊN ME YÊN ZÎNDANÎKIRÎ HÊZÊ DIDE ME’

Ebas di axaftina xwe de peyamek bo heval û hevpîşeyên xwe şand û got: “Mixabin piştî derbasbûna çend salan, hîna jî heval û hevpîşeyên me bê tawan di zîndanan de ne. Hevalên min ên ku di zîndanan de ne, ez ji wan re dibêjim ‘Berxwedana we hêzê dide me’ û silavên xwe ji bo ked û têkoşîna wan dişînim. Helwesta van çalakvan û zîndaniyan wisa kir ku dengê nerazîbûnê ji herêma PDK’ê derkeve û êdî xelk li hember wê sitema ku li wan tê kirin, bê deng nebe.”

‘PÊWÎST E XELK BI SERBESTÎ DAXWAZA MAF Û AZADIYA XWE BIKE’

Ebas behsa rewşa wan herêman kir ku ji hêla PDK’ê ve hatine dagirkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK Behdînanê wek milkê xwe dizanin, qebûl nakin ku tu kes daxwaza mafên xwe bike. Li herêmên PDK’ê tu kes nikare behsa mafên xwe bike. Li hemû cîhanê mirov daxwaza mafên xwe dikin, lê belê li Behdînanê nikarin û rastî metirsiyê tên eger daxwaza mafên xwe bikin. Hêvîdar im hemû sazî û çalakvan daxwaza mafên rewa yên vî xelkî bikin. Pêwîst e ji niha û pê ve xelk bi serbestî daxwaza maf û azadiya xwe bike.”

‘ÇALAKVANÊN BEHDÎNANÊ HATIN REVANDIN, NEHATIN DESTGÎRKIRIN’

Bendewar Eyûb yek ji wan çalakvanan e ku ji hêla PDK’ê ve hatibû destgîrkirin. Eyûb li ser revandina wan a ji hêla PDK’ê ve ev tişt anîn ziman: “Em di sala 2020an de tevî hin dostên xwe ku em ji mamoste, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanan pêk dihatin, em hatin revandin. Piştî şeva destgîrkirina me sibetirê em bi awayekî derqanûnî û bê tu daxwazeke dadger hatin destgîrkirin. Lewma em dikarin bibêjin ku ev kar revandin bû, ne destgîrkirin.”

Bendewar Eyûb der heqê sedemên destgîrkirina xwe de wiha got: “Me di xwepêşandan û helwestên xwe de daxwaza gelek tiştan nedikir û hêviyeke me ya mezin tune bû. Sedema revandina me ji hêla PDK’ê ve tenê ji ber wê yekê bû ku me daxwaza mafên xwe dikir. Me di daxwazên xwe de  daxwaza mûçeyên mamoste û pêşmergeyan dikir, me daxwaz dikir ku malbatên şehîdan bêne parastin.”

‘LI DIHOKÊ LI SER DIJAYETÎKIRINA DAGIRKERAN MIROV TÊN DESTGÎRKIRIN’

Bendewar Eyûb da zanîn ku li parêzgeha Dihokê azadiya raderbirînê berteng bûye û got: “Li parêzgeha Dihokê azadî hatine sînordarkirin. Eger çalakvan daxwaza mafên xwe bikin yan di meseleyên niştimanî de dengê xwe bilind bikin û bombebarankirina Tirkiyeyê û wêrankirina gundan û şehîdkirina xelkê sivîl bikin, wê demê desthilata PDK’ê wan kesan bi tometa têkdana asayişa neteweyî destgîr dike. Parêzgarê Dihokê tu bernameyeke çalakvan û rojnamegeran qebûl nake eger bixwazin li hember êrişên Tirkiye û Îranê dengê xwe bilind bikin.

‘FIKRA ME NAYÊ ZÎNDANÎKIRIN’

Bendewar Eyûb di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku fikra wan nayê zîndanîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me di zîndanê de nedikarî em razên. Ji bo razanê cihekî guncaw tune bû. Zilmeke zêde li hember me dikirin, lê me xwe qet radestî wan nekir. Ez daxwaza azadkirina wan hemû hevalên xwe yên zîndanîkirî dikim. Her çend em di nav çar dîwaran de hatibûn zîndanîkirin jî, lê fikra me nayê zîndanîkirin. Desthilatdar dikarin îşkenceya fizîkî li me bikin, lê nikarin îşkenceyê li fikra me bikin. Ji ber ku fikra me azad e, daxwaza me çalakvanên Behdînanê ew e ku bi zûtirîn dem hemû hevalên me yên azadîxwaz ji zîndanên PDK’ê bêne berdan.”