PJAK: Gelan ji Komara Îslamî re gotin ‘na’

PJAK’ê têkildarî boykotkirina hilbijartinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ev tişt parve kir: “Ev ji bo rejîmê têkçûn e û ji bo azadîxwazan mizgînî ye. Ev destana ku di destpêka biharê de hate tomarkirin, nîşaneya geşbûn û şînbûna sala li pêşiya me ye.”

Duh li Îranê Hilbijartina Encumena Şûraya Îslamî û Encumena Şarezayan hate lidarxistin ku ji hêla gelek kesan ve hate boykotkirin. Hat diyarkirin ku bandora boykotkirinê bi awayekî berbiçav xuya bû.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî hilbijartin û encamên boykotkirina hilbijartinê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Li Îranê şanoya hilbijartinê hate lîstin û gelên Îranê sîstema ku ji bilî zehmetî, êş û tengasiyan tiştekî din bi xwe re neaniye boykot kirin. Beşdariya gel a kêm a li hilbijartinê nîşan da ku gel ne tenê li dijî sîstemê dengê xwe bilind kirin, her wiha nîşan da ku wê hemû derfetan bi kar bîne. Hejmareke kêm çûn ser sindoqan dengê xwe bi kar anîn û ligel vê jî nekarîbûn tu bandorekê li ser rewşa boykotê bikin. Sîstemê hewl da bi tedbîrên nû rewabûna xwe nîşan bide, lê belê gel bi boykotkirina hilbijartinan bersiv da rejîmê.

GELAN BI BOYKOTÊ BERTEKÊN XWE NÎŞAN DAN

Tevî ku rejîma Komara Îslamî bi awayekî berbelav hemû derfet bi kar anîn jî, asta beşdariya hilbijartinê bi awayekî kêm bû ku ji bilî dezgehên derewkar û berevajîkar tu kes navê “beşdarî”yê bi kar nayne. Gelên Îranê, jin û ciwanan bi rêya boykotkirinê nîşan da ku çawa ku di destana şoreşgerî ya “jin, jiyan, azadî”yê de hemû têkiliyên xwe bi sîstemê re qut kiribûn, helwest û vîna xwe ya xurt domandin û derbasî dîrokê bûn.

FEDAKARIYA GELAN SÎSTEMA ZILMÊ HEJAND

Civak û gelê li dijî bêedaletî, tekperestî, zayendperestî û zilmê ye. Gelê hejar tevî hemû fedakariyan sîstema zilm û xerabiyê hejand û di qonaxên dîrokê yên hestyar de derseke dîrokî da her kesî. Hiş û bîra giştî ji wan azadîxwaz û wekhevîxwazan pêk hatiye ku tu hêzeke sitemkar û xapînok nikare wê ji nav bibe. Heta ku ev çarçoveya civakî zindî bimîne, tu sûda xapandin û berevajîkariyê nabe. Tovê sitemê di zeviya hişyarî û azadîxwaziya civakê de tu şansekî wî yê şînbûnê tune ye û civaka hişyar destûrê nade vê yekê. Ev rewş cihê dilxweşî û kêfxweşiyê ye û pîroz e.

GELAN JI REJÎMÊ RE GOTIN ‘NA’

Bêguman beşeke civakê ji ber neçariyê yan jî ji ber nehişyariyê û hinek jî ji ber berjewendiyên xwe bi rejîmê re hevkariyê dikin. Kêmbûna rêjeya vê beşê di hilbijartina vê dawiyê de hate dîtin. Çawa ku rejîmê bi xwe jî di propagandaya xwe de digot ku ev hilbijartin referandûm e, gelên ku di serhildan û şoreşa “jin, jiyan, azadî”de l idjî rejîmê derketibûn di vê referandûmê de ji Komara Îslamî re got “na”. Ev hilbijartina şanoyî bû derfetek ku gel careke din daxwazên xwe yên rewa bi awayekî bîne ziman.

BOYKOT NÎŞANEYA GEŞBÛNÊ YE

Beşdarînekirina gel li seranserî bajar û navçeyên Kurdistanê nîşan da ku fêl û zextên rejîma Îranê nekarî gel ji daxwazên xwe poşman bibe. Ev hilbijartin referandûmek e û neçûna ser sindoqên dengdanê wefadariya ji bo kesên di rêya armancên xwe yên azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ye. Gel nexwest ku destên xwe bi xwîna kesên ku ji bo wan canê xwe feda kirine, sor bike. Mirov dikare vê têkçûnê ji bo rejîmê wek avrûçûn û ji bo eniya azadîxwaziyê jî wek mizgînî hesab bike. Ev destana di destpêka bihara îsal de nîşaneya geşbûn û şînbûna salekê ye. Bi hêviya bidawîhatina hemû zilman û bi hêviya gihîştina bihara gelan û welatê me. Yan serkeftin, yan serkeftin.”