BI DÎMEN

Karasû: Dem hatiye ku êdî deriyên Îmraliyê bêne parçekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku sîstema Îmraliyê bi zorê li ser piyan tê hiştin û got, "Êdî dem hatiye ku deriyên Îmraliyê bêne parçekirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haberê bû û di serî de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser mijarên girîng axivî.

Karasû bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "25 sal in li ser Rêber Apo tecrîd heye. Ketiye sala 26'an. Rêber Apo hîn di roja destpêkê de dema sîstema Îmraliyê dinirxand, diyar dikir ku berpirsyarê vê yekê CPT ye, sîstem bi Ewropayê re hatiye amadekirin. Ji xwe bi Tirkiyeyê re timî di nava têkiliyê de ne. CPT saziyeke hiqûqî nîne. Xwe bi wî rengî nîşan dide, lê teqez bi îradeya siyasî ve girêdayî ye. Ji xwe dema serdana girtîgehan dike, bêyî destûra Tirkiyeyê raporên xwe naweşînin. Nêzîkatiyên CPT nêzîkatiya Ewropayê ye. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Ewropa nêzîkatiyeke polîtîk nîşanî Tirkiyeyê dide. Heman tiştî CPT jî dike. Ya rast, CPT bi vê helwesta xwe sîstema Îmraliyê rewa dike."

Karasû destnîşan kir ku divê ev rastî bê teşhîrkirin û got, "Ji ber ku cîhanê dixapînin, gelan dixapînin. Dibêjin CPT saziyeke pêşîgirtina li êşkenceyê ye. Diçe girtîgehan, kontrol dike, pêşî li êşkenceyê digire. Lê belê 3 sal in tecrîd heye. 3 sal in hevdîtin bi parêzeran û malbatê re nayê kirin. Lê vê rewşê asayî dibînin. Nerazîbûneke bi tenê, helwestekê nîşan nadin. Ji ber vê yekê divê li hemberî vê rewşê têkoşîn bê meşandin. Heta ku tênekoşin, teşhîr nekin û bi ser de neçin em ê nikaribin vê rewşa sîstema Îmraliyê bişikînin. Yanî divê CPT bi vî rengî bê rexnekirin û teşhîrkirin. Divê mirov zêde jê hêviyan nekin. Bi ser Konseya Ewropayê ve ye û bi vî rengî dixebite. Hewl dide xwe weke saziyeke hiqûqî nîşan bide, lê belê yekser bi siyasetê ve girêdayî ye. Di çarçoveya fermana siyasetê de tevdigere. Ji ber vê jî divê CPT bi rastî jî bê teşhîrkirin.

Lewma rewabûna pêkanîna sîstema Îmraliyê lawaz bûye. Ketiye rewşeke welê ku aliyekî xwe yê bê parastin nemaye. Eger bi ser de biçe, têkoşîn bê kirin ev sîstem dikare bê hilweşandin û derfetên hevdîtina Rêber Apo ya bi malbatê û parêzeran re dikare bêne afirandin. Lewma divê têkoşîn bê meşandin. Ev helwesta CPT ji bo me hinceta bilindkirina têkoşînê ye. Ji bo gelan hinceta meşandina têkoşînê ye. Ji bo tevahiya mirovahiyê hinceta têkoşînê ye."

DEM HATIYE KU DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊ ŞIKANDIN

Karasû bi dewamî anî ziman ku têkoşîna li dijî komployê gihîştiye asteke gelekî girîng û got, "Kampanyayek hebû ku di 10'ê Cotmehê de hate destpêkirin. Rojên xwendina parêznameyên Rêbertî hebûn. Bi van hemûyan re azadiya Rêbertî gerdûnî bû. Bû rojeke welê ku hêzên demokrasiyê, gelên cîhanê xwedî lê derket û têkoşiyan. Lewma têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo gelekî xurt bûye. Têkoşîna li dijî komployê gelekî xurt bûye. Bêguman em careke din destnîşan bikin, her tim destnîşan bikin. Yên ku bi kampanya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin', bi têkoşîna xwe li dora Rêberê me bend danîn şehîdên me ne. Piştre jî ew hevrêyên me ne ku ji bo azadiya Rêbertî canê xwe feda kirin. Têkoşîna 25 salan a gelê me ye. Vê têkoşînê îro têkoşîna li dijî komployê gihand vê astê. Diyar e têkoşîn belasebep nîne. Ti têkoşîn belasebep nîne. Eger 25 salan ev têkoşîn nehatibûya kirin, 25 salan ji bo azadiya Rêbertî ev fedakarî, ev têkoşîn nehatibûya kirin, têkoşîna li dijî komploya navneteweyî nedigihîşt vê astê. Ev ast encama têkoşîna 25 salan e. Divê bi vî rengî bê dîtin. Encama kedeke mezin e. Encama fedakariyên mezin e. Bi vî rengî hatiye vê astê. Niha dem hatiye ku deriyên Îmraliyê bêne parçekirin. Ew derdî dikarin bêne şikandin, dikarin bêne parçekirin. Rewabûna xwe nemaye. Tiştekî ku rewabûna xwe nema be nikare li ser piyan bisekine. Rastî bi vî rengî ye. Di asta siyasî de jî bi vî rengî ye, di asta civakî û çandî de jî bi vî rengî ye. Her tiştên ku rewabûna xwe name be neçar e ji hev belav bibe. Komplo niha rastiyeke welê ye ku rewabûna xwe nemaye. Sîstema Îmraliyê bi zorê li ser piyan dimîne. Di wijdanê mirovahiyê de mehkûm bûye, gelê Kurd qebûl nake. Niha hêzên di nava komployê de ne, piraniya wan bi hêzên komploger re nînin. Nikarin komployê biparêzin. Tenê Tirkiye maye ku komployê diparêze. Bi rengekî eşkere dibêjim. Û PDK maye. Lewma hevkariya PDK û Tirkiyeyê têkilî û polîtîkaya ji bo dewamkirina komploya navneteweyî ye.

DI QONAXA DUYEMÎN DE DIVÊ PÊNGAV CIVAKÎ Û GIRSEYÎ BIBE

Di qonaxa duyemîn de pêngav divê teqez civakî bibe, girseyî bibe. Gelê Kurd divê bi şêweyî herî berfireh bi rengekî civakî xwedî li pêngavê derkeve û têkoşînê bimeşîne. Li qada siyasî, civakî, hiqûqî divê têbikoşe. Her wiha li qada dîplomasiyê divê têbikoşe. Ev têkoşîn divê bigihêje wê astê ku Rêber Apo azad bike. Ev yek nêzîk bûye. Divê mirov baweriya xwe bi vê yekê bîne."

Mûstafa Karasû bi bîr xist ku qonaxa duyemîn li Ewropayê hate destpêkirin û got, "Yên ku asta destpêkê dane destpêkirin dostên gelê Kurd, rewşenbîr, entelektuel, demokrat û sendîkavan bûn. Niha wan qonaxa duyemîn dane destpêkirin. Ya ku dibe para me Kurdan ew e ku qonaxa duyemîn hîn civakî bikin, veguherînin tevgereke civakî û Rêberê me ji wê zindanê rizgar bikin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA HELWESTA LI DIJÎ POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ BÛ

Çalakiyên gerîla yên sala 2023'an û çalakiyên mehên Çile û Sibatê artêşa Tirk hejand. Artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê xitimand. Em dikarin bi vî rengî binirxînin. Lewma ev çalakî di heman demê de asta têkoşîna li dijî komployê jî nîşan dide. Çalakiyên gerîla her wiha hêrsa li hemberî komployê jî radixe pêş çavan. Ji xwe dewamkirina komployê û dewamkirina mêtingerî qirkeriya li ser gelê Kurd heman pêvajo ne. Têkbirina mêtingerî qirkeriyê bi têkbirina komployê dibe. Dema ku komplo hate têkbirin hingî polîtîkaya qirkirin mêtingeriyê jî tê şikandin. Ji ber vê yekê çalakiyên meha Sibatê gelekî girîng bûn, helwestek li dijî komployê bû. Ya rast helwestek li hemberî qirkirina Kurdan bû."

DEMOKRASÎ Û AZADÎ BI JINÊ BI WATE DIBE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi dewamî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got, "Yên ku ji bo têkoşîna azadiya jinê kedê didin, wan hemûyan silav dikim. Şehîdên vê têkoşînê bi hurmet û minet bi bîr tînim. 8'ê Adarê ne tenê Roja Jinan a Cîhanê ye, ne tenê roja piştevaniya jinê ye. Ne tenê roja têkoşînê ye. 8'ê Adarê êdî bûye ew roj ku jin cîhanê diguherînin, roja azadkirina cîhanê ye."

Karasû diyar kir ku 8'ê Adarê yan jî têkoşîna jinan ne tenê têkoşîneke ji bo azadiya jinê ye, têkoşîneke welê ye ku mirovahiyê rizgar dike, mêran rizgar dike, veguheriye roj û pêvajoyeke bi vî rengî ya têkoşînê û got, "Girîngiyeke xwe ya bi vî rengî heye. Lewma di vê 8'ê Adarê de ev têgihiştin wê hîn bi pêş bikeve. Ev têkoşîn wê hîn xurt bibe. Di vê 8'ê Adarê de em ê hêza jinan hîn bêhtir bibînin. Ji xwe Rêber Apo gotibû sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinê û ji niha ve diyar bûye. Ev tespîta Rêber Apo pêk hatiye. Sedsala 21'ê teqez wê bibe sedsala azadiya jinê û di vê 8'ê Adarê de jin wê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her devera cîhanê li qadan nîşan bidin ku hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ne, hêza pêşeng a têkoşîna demokrasiyê ne, bi azadiya jinê, bi têkoşîna azadiya jinê wê azadî bi wate bibe, demokrasî bi wate bibe. Di vê 8'ê Adarê de jin wê vê yekê nîşan bidin. Em ji vê yekê bawer dikin. 8'ê Adarê û 1'ê Gulanê, ev herdu roj wê êdî paşeroja mirovahiyê biguherînin. Yanî tê gotin, 'Cîhaneke cuda dikare pêk were', jin vê yekê bi şênberî nîşan didin. Sekna jinan nîşanî me dide ku cîhaneke nû dibe. Bi têkoşîn û sekna jinê wê cîhaneke nû teqez pêk were. Bi vê wesîleyê 8'ê Adarê li jinan hemûyan pîroz dikim."

RÊBERTÎ TÊKOŞÎNA JINÊ SPART BINGEHA DÎROKÎ

Karasû bal kişand ser tevkariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo vê têkoşînê û got, "Rêber Apo îdeolojiya rizgariyê da destê têkoşerên azadiya jinê, paradîgma da wan, bername da wan, teorî da wan. Ev yek li ser hîmên dîrokî da rûniştandin. Veguherand hêzeke pêşeng ku dikare cîhanê biguherîne, dikare civakê biguherîne. Lewma tevkariya Rêber Apo ya li têkoşîna azadiya jinê gelekî zêde ye. Em dikarin vê yekê îdîa bikin. Ji doh heta îro kesê ku tevkariya herî mezin li têkoşîna azadiya jinê kiriye Rêber Apo ye. Divê mirov vê yekê bibêje. Rêber Apo têkoşîna azadiyê ya jinê gelekî girîng dît. Çi got? Got ji têkoşîna azadiya neteweyî û çînî jî girîngtir e. Ji bo girîngiya wê destnîşan bike ev yek got. Bêguman têkoşîna çînî yan jî têkoşîna neteweyî ya bindestan biçûk nedît, lê belê ji bo fêhmkirina girîngiya têkoşîna azadiya jinê û fêhmkirina karaktera wê ya ku bandorê li hemû têkoşînan dike ev nirxandin kir.

Lewma Rêber Apo bi destnîşankirina xeta azadiya jinê û avakirina partiya jinê PAJK'ê re di pêşengiya jinên Kurd de, bi pêşengiyeke teorîk îdeolojîk têkoşiya û tevgera jinê ya li cîhanê bi pêş ve bir."

TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ WÊ MÊR JÎ JI KOLETIYÊ RIZGAR BIKE

Karasû bi dewamî got, "Bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê jî bibêjim: Belê sîstemeke serweriyê li dijî jinê heye, koletî heye. Lê belê koletiya li ser mêr hîn bêhtir nebaş e. Li ser mêr jî koletiya mêr heye. Koletiya serweriyê heye. Koletiya mejiyê serwer heye. Mêran bi mejiyê serweriyê destên xwe girêdane, qirêj bûne. Belê jin di bin mejiyê serweriya mêr ê kolebûyî de ne, lê belê qirêj nebûne. Serweriya mêr mêran jî qirêj dike. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya jinê herî zêde wê mêran ji koletiyê rizgar bike. Rizgariya mêr a ji koletiyê, rizgariya ji wê qirêjiyê, rizgariya ji wê bêexlaqî û bêwijdaniyê wê azadiya jinê misoger bike."

Karasû destnîşan kir ku xeta azadiya jinê wê îdeolojiyên mêr têk bibe û got, "Li her devera ku xeta azadiya jinê bi cih hat, li wir cih ji îdeolojiya paşverû re namîne, ji îdeolojiya desthilatdarîperest re namîne. Xeta azadiya jinê ew xet e ku desthilatdariyê ji holê radike, serweriyê ji holê radike."

JI BO KURDAN HILBIJARTINÊN XWECIHÎ GIRÎNG E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand û got, "Kurd hilbijartinên xwecihî girîng dibînin. Ji bo Kurdan hilbijartinên xwecihî ji hilbijartinên giştî hîn bêhtir girîng e. Pirsgirêka azadiyê ya Kurdan heye. Pirsgirêka xwebirêvebirinê heye. Pirsgirêka xwedîderketina li nirxên xwe heye. Beriya her tiştî jî pirsgirêka xwedîderketina li xwe heye. Ji ber vê yekê hilbijartinên xwecihî ji bo Kurdan pir pir girîng e. Ji ber vê yekê Kurd jî ji xwe vê girîngiyê dibînin. Naxwe li Meclîsê avakirina komê, li wir meşandina siyasetê girîng e. Ev ji xwe dibe, pêk tê, lê belê ji bo Kurdan rêveberiyên xwecihî, şaredarî hîn girîng e. Yekser civak û cografya Kurdan eleqedar dike, mirovên wan eleqedar dike. Cihek e ku dikare bi civaka xwe re di nava hev de siyasetê bike. Lewma rêveberiyên xwecihî girîng e.

Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP'ê di nava lîstikên mezin de ye. Vaye leşker, polîs kiriye hilbijêr, zextê dike. Dibe ku deng li şûna hev bi kar jî bîne. Ev hemû ji xwe nîşan dide bê ev hilbijartin çiqasî girîng e. Mêtinger, qirker jî gelekî girîng dibînin. Ji bo Kurdan jî girîng e. Lewma tişta em bibêjin ew e ku bêguman divê pêvajoya hilbijartinê ya li Kurdistanê girîng bê dîtin. Dibêjin, em ê qeyûman bişînin. Bi rastî jî divê vê biryardariya xwe nîşan bidin. Divê qeyûm bêne têkbirin, bêne şandin. Divê Kurd îradeya xwe nîşan bidin. Qebûlnekirina qeyûm di heman demê de rabûna li ser sîstema mêtinger qirker e. Gelê Kurd divê bi vê zanibe û tevlî hilbijartinên xwecihî bibe. Divê qeyûm bêne şandin, şaredariyên nû bêne qezençkirin. Bêguman wê ev yek pêk were. Ya rast jî ev e. Bi vî rengî kar tê kirin. Li Kurdistanê dewlet ji xwe di nava kar de ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê di nava kar de ye, ji bo hin şaredariyên li Kurdistanê bi dest bixe dixwaze zextê li civakê bike û nehêle ku Kurd siyasetê bikin. Ji bo Kurdan cihê herî girîng ku karibin ji bo xwe siyasetê lê bikin şaredarî ne.

AKP hewl dide xefikan pêk bîne, qala pêvajoya çareseriyê dike. Mîna ku dikare pêvajoyeke nû ya çareseriyê pêk were. Ya jî welê nebêje jî AKP bi gotina 'pêvajoya çareseriyê hebû, ji holê hate rakirin, PKK'ê ji holê rakir' hewl dide civakê bixapîne. Bêyî ku li ber xwe bikeve vê yekê dike. Yên ku vê dibêjin ji xwe fedî nakin. Divê bê gotin. Gelo kê mutabaqata Dolmabahçeyê red kir? Desthilatdariya AKP'ê û dewletê red kir. Rêbertî hewl dida wan bixe nava pêvajoya çareseriyê. Li Dolmabahçeyê li hev hate kirin. Kê red kir? Piştî 5'ê Nîsanê kê tecrîda giran li ser Rêbertî ferz kir. Bêyî li ber xwe bikevin qala pêvajoya çareseriyê dikin. Wan Mutabaqata Dolmabahçeyê tine hesibandin. Ji xwe piştre her tişt qediya. Mîna ku mutabaqata Dolmabahçeyê Kurdan tine hesibandin, mîna ku HDP'iyan tine hesibandin, mîna ku Rêbertî tine hesiband, nîşan didin. Rêbertî nêzîkatiya herî maqûl nîşan da û kir ku ew mutabaqat pêk were. Lê belê ew jî hate redkirin. Ji ber ku mejiyê dewleta Tirk mêtinger û qirker e.

Bila her kes zanibe, pirsgirêka Kurd tenê bi têkoşînê çareser dibe. Bi demokratîkbûnê pêk tê. Ne pirsgirêkek welê ye ku kesek bi tena serê xwe rabe çareser bike. Tiştekî bi wî rengî nîne. Bêyî têkoşînê çareserî pêk nayê.

DIVÊ KURD ÎRADEYA XWE YA SIYASÎ NÎŞAN BIDIN

Rêbertî bi xwe wê demê bi guman nêzîk bû. Got, 'Gelo AKP, Erdogan wê vê bikin, dikarin bikin an na'. Yanî fikarên xwe timî anî ziman. Ji ber ku AKP, Erdogan ne xwedî wî mejî ne, ne xwedî wê astê ne. Lewma divê gelê Kurd guh nede derdorê. Her wiha hinek radibin dibêjin nizanim HDP bi AKP'ê re hevdîtinan dike.

Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke welê ye ku şev û rojekê bê çareserkirin. Ne pirsgirêkeke welê ye ku çend kes li hev kom bibe, hevdîtinê bike û çareser bike. Pirsgirêkeke welê ye ku bi têkoşînê çareser dibe. Ji bo vê jî guhertina mezin a mejî heye. Divê mejiyê qirker bê guhertin."

Karasû destnîşan kir ku divê gelê Kurd îradeya xwe nîşan bide û got, "Di hilbijartinê de divê îradeya xwe nîşan bide. Ev yek ne tenê hilbijartina şaredariyê ye. Divê gelê Kurd bibêje, 'îradeya min ev e. Ez azadiyê, nasname û çanda xwe dixwazim. Dixwazim xwe bi rê ve bibim'. Destnîşankirina îradeyê tişta herî hêja ye. Ji filan şaredariyê, ji filan parlamenteriyê gelekî girîngtir e. Doza Kurdan ji şaredariyekê, ji parlamenteriyekê gelekî girîngtir e. Divê îradeya xwe ya siyasî nîşan bidin, helwesta xwe nîşan bidin, li ser vê yekê israr bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê vê yekê bi hilbijartinê bike."

DIXWAZIN IRAQÊ Û TEVGERÊ BÎNIN HEMBERÎ HEV

Karasû bi dewamî bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û liv û tevgera hêzên PDK'ê ya li qadên gerîla. Karasû got, "Em bûyerên bicihbûna pêşmergeyan dişopînin. Ji xwe hin daxuyanî hatin dayin ji aliyê rêveberiyê ve. Ev nû nîne. Berê jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê yekîneyên xwe yên sînor hebûn. Hemû PDK'yî bûn. Lê belê hingî kêm bû, lê hemû PDK'yî bûn. Her wiha em dikarin bibêjin ku hin ji wan ji ber ku lîstika PDK'ê didîtin, bi dostane nêzî tevgerê dibûn, têkiliya xwe hebû. Lê belê wê demê bi vî rengî bû. Niha Tirkiye, PDK dixwazin lîstikeke nû bilîzin. Dixwazin Iraqê û tevgerê bînin hemberî hev. Dewleta Tirk xitimî ye, PDK xitimî ye, PDK teşhîr bûye. Ya rast, hewl didin ji vê rewşê rizgar bibin. Ji ber vê yekê di bin navê yekîneyên sînor de diçin hin deveran. Nêzî temamiya wan PDK'yî ne. Belê navê wan ew e lê belê PDK'yî ne. Vê rewşê çawa destpê kir? Ev yek ji Iraqê wêdetir bi zexta PDK'ê pêk hat. PDK zorê dide Iraqê. Tirkiye zorê dide Iraqê. Her wiha ji Tirkiyeyê bêhtir PDK zextê li Iraqê dike. PDK ferz dike. Ji bo rewşa xwe rizgar bike, ala Iraqê bi kar tîne. Qaşo dixwaze Iraqê û tevgerê bîne hemberî hev. Ev yek lîstike. Em di wê baweriyê de ne ku Iraq wê nekeve vê xefikê, berjewendiyên herdu aliyan nîne. Eşkere ye ku dewleta Tirk çav berdaye ku derê. Her roj dibêjin Mîsakî Mîlî ya me ye. Heta çiyayên herî jêr ên Başûrê Kurdistanê dibêjin a me ye. Ji ber vê yekê ev lîstikeke.

Tiştekî ku ji bo PDK'ê bê gotin nîne. Ji xwe heta niha hevkarî dikir, niha hewl dide vê hevkariyê bigihîne asteke cuda. Em di wê baweriyê de ne ku Iraq wê nekeve vê xefikê, divê nekeve vê xefikê. Tirkiye û PDK bi zexta li ser Iraqê hewl didin Iraqê jî tevlî şerê xwe bikin."