BI DÎMEN

‘Her şehîdek, jinek, zarokek Êzidî doza wan li Mala Barzanî heye’

Endamê MXDŞ’ê Heso Brahîm destnîşan kir ku siyaseta Mala Barzanî bûye sedema fermanê û bi dehan gorên komî û got: “Her şehîdekî Êzidî, êsîreke Êzidî, her zarokekî Êzidî ku li Çiyayê Şengalê tî û birçî mayî doza wan li Mala Barzanî heye.”

Ji ber gendelî, kuştin, êşkencekirin û gelek sûcên din, di demên dawî de li dijî endamên Mala Barzanî bi dehan gilî hatine kirin û doz hatine vekirin. Ji ber zext û gefên Mala Barzanî, beşeke mezin a van giliyan li Ewropa yan jî Emerîkayê tê kirin. Herî dawî di 30’ê Çileya 2024’an de Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Emerîkayê ji ber 25 sûcan giliyê Mesrûr Barzanî û neviyên Barzanî kir.

Ji bo dadgehkirina Mala Barzanî ji ber jenosîda 2014’an a Şengalê, civaka Êzidî jî tevî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser dest bi amadekariyan kiriye. Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas bang li civaka Êzidî kiribû ku her Êzidiyek dozekê li dijî Mala Barzanî veke. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi nameyeke bi sernavê “Dem Dema Edaletê ye” piştgirî dabû vê bangê.

DOZÊN MALA BARZANÎ ZEHF IN

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm der barê mijarê de axivî. Heso Brahîm bang li civaka Êzidî, bi taybet jî hiqûqnas û saziyên Êzidiyan kir ku li dijî Mala Barzanî têkevin nava liv û tevgerê. Heso Brahîm bi bîr xist ku heya niha derdora 25 gilî derbarê sûcên Mala Barzanî de hatine kirin û wiha got: “Em bi tenê ya Êzidiyan hesab bikin zêdeyî 100 doz hene. Her şehîdekî Êzidî doza wî heye. Her êsîreke Êzidî doza wê heye. Her zarokekî Êzidî ku li Çiyayê Şengalê tî û birçî mayî doza wî heye. Dozên Mala Barzanî zehf in.’’  

Heso Brahîm diyar kir ku ji bo civaka Êzidî tiştê herî girîng ew e ku li doza xwe xwedî derkeve û wiha got: “Em hêvî dikin her keçeke Êzidî ku ketiye destê DAÎŞ’ê, her zarokekî Êzidî ku ketiye destê DAÎŞ’ê, her însanek ku tî û birçî maye li doza xwe xwedî derkeve.”

‘MESÛD BARZANÎ BERPIRSÊ GORÊN KOMÎ YE’

Heso Brahîm behsa mijara gorên komî jî kir ku yek ji sûcên herî giran a fermanê ye ku siyaseta Mala Barzanî jê re bûye sedem û ev nirxandin kir: “Ew kesên ku bûne sedema van gorên komî Mala Barzanî bi taybet jî Mesûd Barzanî ye. Çima? Wê demê Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bû. Hêza pêşmerge û hemû sazî û dezgeh di bin ferman û nêrînê wî de bûn, biryar biryara wî bû. Em hêvî dikin her Êzidiyek giliyê xwe bike û daxwaza mafê xwe bike.” 

‘KESÊN BÛNE SEBEB BEŞDARÎ MERASÎMÊN GORÊ KOMÎ DIBIN’

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Brahîm destnîşan kir ku kesên rê li ber fermanê vekirine û bûne sedema gorên komî tevlî merasîma şehîdên fermanê dibin û bi van gotinan berteka xwe anî ser ziman: “Çima heya niha em li ser kom nedibûn, em nikarin li ser şehîdên fermanê derewan bikin. Yên ku bûne sedema şehadeta wan, em nikarin daxwaza mafên xwe ji wan bikin. Ji ber wê ez bi xwe neçûme merasîman. Heta ew însanên bûne sedema van şehadetan li ser gorên komî amade dibin û em nikarin rastiyê li wê derê bêjin, em naçin derewan li wan şehîdan nakin. Lê rojekê ew doz were vekirin û Mala Barzanî biçe dadgehê, ez ê wê demê biçim.”   

Heso Brahîm di dawiya axaftina xwe de jî careke din bang li civaka Êzidî kir ku her Êzidiyek li ser Mala Barzanî giliyê xwe bike û got: “Ne tenê li Ewropayê, dadgeha Iraqê jî heye. Ji Êzidiyan mafdartir kes nîne ku giliyê Mala Barzanî bikin.”