Li Wanê leşker ji bo AKP'ê dixebitin

Fermandariya Cendirmeyan a Wanê li dijî DEM Partiyê tevdigere, li taxan digere û ji AKP’ê re dengan dixwaze.

DEM Partî bi gel re xebatên hilbijartinê didomîne, AKP jî bi piştgiriya leşker û polîsan xebatên xwe didomîne. AKP'ê bi walî û qeymeqaman têr nabîne, niha leşkeran tevlî xebatên hilbijartinê kiriye. Leşkerên ku di hilbijartinên salên berê de alîgiriya AKP'ê dikirin, derketin qadan û di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ji bo AKP'ê dest bi xebatê kirin. Leşker tax bi tax digerin û ji AKP'ê re deng dixwazin.

FERMANDARIYA CENDERMEYAN QALA DEWLET Û MILET DIKE

Fermandarê Cendirmeyan ê Wanê Adem Şen li taxên Payîzavayê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Fermandarê Cendirmeyan Şen li taxên Bagiriyanîk, Dîkbiyik, Dolayli, Akbulut, Valîlî û Ekardiyê ziyaret kir û girîngiya hilbijartinê ji gundiyan re vegot. Şen anî ziman ku hilbijartinên xwecihî wê yekîtiya dewlet û milet a ku nayê parçekirin xurtir bike; milet û dewleta me dest dane hev, hilbijartinên 31ê Adarê wê bibe sedema biratiyê li seranserê welatê me. Divê welatiyên me bi pêşketinên ku di van salên dawîn de welatê me bi dest xistine û pêşketinên li herêmê li ber çavan bigire û dengê xwe bidin."

HEMÛ LEŞKERAN JI BO HILBIJARTINÊ DIXEBITÎNE

Ji xeynî Fermandarê Cendirmeyan, rayedarên din ên leşkerî yên li herêmê tevdigerin jî diçin taxan û girîngiya hilbijartinê vedibêjin. Hemû leşkerên payebilind ên li Fermandariya Garnîzona Wanê beşdarî van çalakiyan dibin. Diçin serdana eşîran. Lê ya ku di van serdanan de balê dikişîne jî xemsariya welatiyan e. Leşker li taxên ku diçin tenê ji aliyê cerdevanan ve tên pêşwazîkirin û dikarin xîtabî malbatên wan an jî eşîrên hevkar bikin.


WALÎ DIÇE SERDANA ESNAFAN


Ji bilî leşkeran, walî û qeymeqam jî xebatên hilbijartinê dimeşînin. Waliyê Wanê Ozan Balcî bal kişand ser serdana esnafan û propagandaya AKP'ê ji esnafan re kir.