Li Kurdistanê Nobetên Azadiyê didomin

Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li gelek bajarên Kurdistanê berdewam kir.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome. Çalakî îro jî li gelek bajarên Kurdistanê dom kir.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 90’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq û edalet hatin berzkirin.” Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê gelek caran stranên berxwedanê gotin.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 31’an de berdewam kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û nûnerên partiyên siyasî yên bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Kesên tevlî nobetê bûn têkildarî yekitiya Kurdan axivîn. Di çalakiyê de gelek caran stran hatin gotin.

MÊRDÎN

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê dabûn destpêkirin îro jî domandin. Perwerdeya zimanê Kurdî îro jî hate domandin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û li ser paketa darazê ya dawî ku li Meclîsê hate qebûlkirin nîqaş hatin kirin.

Çalakvanan gotin ku bi vê paketa darazê re hiqûq bi temamî hatiye tunekirin û desthilata AKP-MHP’ê dê di rojên pêş de polîtîkaya “dijminatiya Kurdan” bidomînin.