Daxuyaniyên li ser salvegera Raperînê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya salvegera 33'an a Raperînê ku sala 1991'ê li Başûrê Kurdistanê pêk hat, daxuyanî dan.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û hate gotin; “Divê li ser prensîbên raperînê ku yekîtiya netewî jî di nav deye, ji bo dawî anîna dubendiyên siyasî û berjewendiyên hizbî xebat bê kirin. Divê rêgezên azadî, demokrasî, hilbijartin û rêveberiya baş bê şopandin.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 33. Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê peyamek belavkir.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Bi boneya 33. Salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê, em hemû gelê xwe yê Başurê Kurdistan pîroz dikin. Ji malbatên şehîdan taybet jî malbatên şehîdên Raperînê re silav û rêzên xwe pêşkêş dikîn.

Xelkê Başûrê Kurdistanê di 5’ê Adara sala 1991’an de bi tevlîbûne hamû pêkhateyan di demek kurt de desthilata Baas ya faşîst ji hemû xaka Başûrê Kurdistanê derxist. Berhema Raperînê hilbijartina parlamento û damezrandina Hikumeta Herêma Kurdistanê bû, ev ezmûn li Kurdistanê xewna salan ya gelê me bû.

Piştî 33 salan piştî raperînê, ji ber xirab rêveberin û nakokiyan, destwerdana derve, destkeftiyên xelkê Kurdistan ku berhemê Raperînê bûn, niha hemû ketine bin gefên tinebûnê de.

Em weke KNK’ê bang dikin, divê li ser prensîbên raperînê ku yekîtiya netewî jî di nav deye, ji bo dawî anîna dubendiyên siyasî û berjewendiyên hizbî xebat bê kirin. Divê rêgezên azadî, demokrasî, hilbijartin û rêveberiya baş bê şopandin.

Pirsgirêkên xelkê werin çareserkirin û baweriya civakê ya bi ezmûna siyasî ya Kurdistanê were zindîkirin. Bi vê boneyê em carek din weke Kongreya Netewî ya Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin, ji bo rûbirû bûyîna pirsgirêkan bicivin û stratejiyek nîştimanî deynin ser maseya guftugoyê ku rê li ber rojeva dijmin û dagirkeran bigire.”

BAFIL TALABANÎ: NERAZÎBÛN ZÊDE DIBE

Serokê YNK’ê bi boneya 33. Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belavkir û hate gotin; “Em dizanin nerazîbûn zêdene û ew armancên xwîna şehîdan ji bo hatine rijandin, pêknehatine. Xizmetguzarî ne di asta pêwîst dene û rewş ne di wê asta ku xelk li bendê bûne.”

Serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya 33. Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Em dizanin nerazîbûn zêdene û ew armancên xwîna şehîdan ji bo hatine rijandin, hemû pêknehatine. Xizmetguzarî ne di asta pêwîst dene û rewş ne di wê asta ku xelk li bendê bûne. Em vê rêbaza xelet ya siyaset û rêvebirinê rast bikîn û hebûna destûra Kurdî li navenda biryara siyasî Bexdayê biparêzin.”

RJAK: HERÊMA KURDISTANÊ DI BIN GEFA DAGIRKERIYÊ DE YE

RJAK’ê bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û hate gotin; “Di wan rewşên ku li herêmê rûdan de, qurbaniyên sereke jin bûn. Xelkê Başûrê Kurdistanê bi hêviyek mezin rabûn raperînê, lê niha herêm dibin metirsiya dagirkeriyê deye. Bang li rêxistinên jinan dikîn ku bihevre xwedî helwest bin.”

Rêxistina Jinên Azadî ya Kurdistanê (RJAK) bi boneya 33. Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Daxuyanî wiha ye:

“Hertim xeta têkoşînê hewldana xwe daye, tevî xeta xiyanetê û rêgiriyê jî, qurbaniyên mezin hatine dayîn û jinan divê oxirê de qurbaniyên sereke dane. Xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo ku bigihin mafên xwe û bi aram bijîn, bi hêviyek mezin raperîn dan destpêkirin. Lê niha Herêma Kurdistanê ji her demê zêdetir dibin metirsiya dagirkeriya çandî, ziman û hebûna xwe deye.

Ji bo ku herêm were parastin, pêwîstî bi hişyariyê heye û em xwe ji hemû metirsiyan biparêzin. Bang li hemû aliyên siyasî û rêxistinên jinan dikin, ji bo parastina xaka herêmê ji êrişan, xwedî helwest bin. Raperîn di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxek girînge, ji bo vê bi hêza raperînê em bang dikin li hemû Kurdistanê bi hevre têkoşînê serbixin.”