Pêşmergeyên Dêrîn: Divê em xwedî li destketiyên Raperînê derkevin

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kurdistanê, bi wesîleya 33’yemîn salvegera raperîna Silêmaniyê merasîmek lidar xist û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk dan.

Îro bi boneya 33’yemîn salvegera raperîna xelkê Silêmanî ya li dijî rejîma Baas, li Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kurdistanê merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kurdistanê Cemîl Hewramî axivî. Di destpêkê de salvegera raperînê li xelkê Silêmaniyê pîroz kir û got: “Mixabin desthilatdarên Herêma Kurdistanê bi qasî pêwîst destkeftiyên raperînê neparastine. Pêşmergeyên Dêrîn jî di rewşek xirab ya aborî de dijîn.”

Cemîl Hewramî, destnîşan kir ku ji ber yeknegirtina aliyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê, Herêma Kurdistan ber bi rewşek metirsîdar ve diçe. Hewramî got: “Em dibînin ku rojane dewletên dagirker bi taybetî jî dewleta Tirk li nava bajarên Başûrê Kurdistanê de ciwanên Kurd şehîd dixe.”

Hewramî, balkişand ser rewşa girtiyên Behdînanê jî û got: “Em hemû dizanin ku girtiyên Behdînanê li ser çi bingehî di girtîgehê de ne. Hinek ji wan tenê ji ber şiroveyek yan jî çifteyek ku di mala wan de hatiye dîtin hatine girtin û ceza kirin. Li aliyê din jî hinek kes hene bi çekên giran ve çûnûhatinê dikin lê kes dengê xwe li wan nake.”

Di dawiyê de jî Cemîl Hewramî bang li tevayî partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku Newroza îsal bikin wesîleya aştî, yekgirtin û dij derketina dagirkerên Kurdistanê.