Bi serbilindiya bicihanîna soza xwe tevlî karwanê nemiran bû

Ronar (Yildiz Aşme) bêtirs jiya. Bi hêrsa li dijî jiyana bê Rêbertî û qirkirinê li dijmin xist. Bi serbilindiya bicihanîna soza ku dabû hevrêyên xwe tevlî nava karwanê nemiran bû.

Li her çiya, her bajar, her kolaneke Kurdistanê têkoşîneke mezin hate meşandin, tê meşandin. Em şahidiyê ji lehengiya li çiyê, ji raperîna li her bajarî re dikin. Yek ji deverên ku destan afirand Kobanê ye. Keç û xortên wê ne tenê destana xwe afirandin, her wiha destana azadiyê ya gelan jî afirandin. Ronar (Yildiz Aşme) li bajarekî bi vî rengî yê berxwedêr mezin bû. Malbata wê ya dilsozê nirxên welatparêziyê kesaiyeta wê bi çanda Kurdî afirand.

Kobanê di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Di demên destpêkê de bi roleke girîng rabû, PKK zû nas kir. Kevneşopiya têkoşeriyê zû pejirand, ewladên xwe yên gelekî hêja tevlî nava têkoşînê kir. Kobanê bi şerê li dijî DAÎŞ'ê ku dijminê mirovahiyê ye derbasî nava dîrokê bû. Di şexsê gelê Kurd de ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşiya û bû hêvî. Bi îradeyeke welê şer kir ku tenê dilsozên xak, gel û azadiyê dikarin fêhm bikin. Li her goşeya Kobanê xwîn û keda lehengekî heye. Kobanê li dijî hovîtiya reş a sedsala 21'ê bû sembola berxwedanê.

BÊTEREDÛT KETE ÇEPERA MIROVAHIYÊ

Ronar zarokeke vî bajarî bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bûbû. Dilsoza çand, nasname û xaka xwe bû. Dema ku êrîşê destpê kir bêteredût rahişt çekê û tevlî çepera mirovahiyê bû. Hevrêtiya PKK'ê, sekna şervanên jin, tirsa ku berdan nava dilê dijmin ew mezin kir. Bi hêrsa li dijî dijmin mezin bû. Di sala 2015'an de tevlî nava refên YPJ'ê bû û ruhekî azad di nava refên YPJ'ê de afirand. Bi vî ruhî her devera ku çû, her jin a ku xwe gihand û her çeper a ku şer kir, bedew kir. Dilê wê yê ciwan ewqasî mezin bû ku hemû bedewî dikarîbû hilgirtibûya, bi qasî ku tolê hilîne wêrek bû. Ji Kobanê heta Minbicê, ji Minbicê heta Reqayê di hemû çeperan de li nûnerên tarîtiyê xist. Baweriya xwe ya bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd bêdawî bû.

ISRAR KIR KU BIÇE ÇIYÊ

Ji bo şerê xwe yê li Rojava bigihîne çiyê û bibe gerîla israr kir. Xwest li çiyê xwe ji nû ve ava bike, ji ber ku çiqasî şer bike jî di dilê xwe de her tim kêmasiyek hîs dikir, di sekna yên ji çiyê hatiye de cudahiyek, sir û ronahiyek didît. Ev baweriya ku dide mirovan cuda bû. Dema ku israra wê bi ser ket, berê xwe da çiyê.

BÛ FERMANDAREKE JIN

Mîna ku timî li van çiyayan bû tevlî nava jiyanê bû. Zû hîn bû û bi pêş ket. Tecrûbeyên xwe yên li Rojava bi çiyê re kir yek û bû fermandareke jin. Bi perwerdeya leşkerî li ser taktîkên dema nû kûr bû. Bêyî ku dereng bimîne dixwest biçe Bakurê Kurdistanê. Wê ev yek pêk bianiya.

RÊWÎTIYA BER BI BOTANÊ VE

Bi soza ku dabû hevrêyên xwe yên şehîd, berê xwe da Botanê. Armancên hevalên xwe yên şehîd jî bi xwe re bir, wê bi navê wan şer bikira û li Botanê li mêtingeran bixista. Ti astengî nas nekir û bi vî rengî meşiya. Bi ya xwe kir. Bi hêrsa li dijî jiyana bê Rêbertî û qirkirinê li dijmin xist. Bi serbilindiya bicihanîna soza ku dabû hevrêyên xwe tevlî nava karwanê nemiran bû. Bêtirs jiya û xwest cîhaneke bêtirs diyarî bike ji tevahiya jinan re. Bi serbilindiya bicihanîna soza ku dabû hevrêyên xwe di 23'ê Îlona 2019'an de tevlî nava karwanê nemiran bû.