BI DÎMEN

Xwedêda Ilyas: Lazim e her Êzidiyek dozekê li mala Barzanî veke!

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas, doza ku li Emerîkayê li dijî Mala Barzanî hatiye vekirin nirxand û bangeke girîng li Êzidiyan kir: "Lazim e her Êzidiyek, dozek li mala Barzanî veke."

Mala Barzanî û PDK ku li Başûrê Kurdistanê li ser berjewendiyên xwe yên malbatî û hizbî sîstemekê ava kirine, di dema desthilatdariya xwe de ji gendeliyê heya êşkence û kuştina însanan bi sedan sûcên giran kirine û êdî hemû dinya bi vê rastiyê hesiyaye. Di demên dawî de derbarê sûcên Mala Barzanî de gelek belge û delîl ji raya giştî re hatin ragihandin û ji bo hesab pirsîna van sûcan doz li ser dozê tê vekirin. Herî dawî li Emerîkayê, Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê û welatiyek Emerîkî, li Dadgeha Emerîkayê dijî malbata Barzaniyan doz vekirin. Ev doza yasayî bi bihayê yek milyar dolar li dijî malbata Barzanî hatiye tomarkirin. Her wiha dozek jî bi sedema kuştin, revandin û êşkenceyê li dijî Mesud Barzanî, Mesrûr Barzanî û Weysî Barzanî hatiye vekirin. Piştî van geşedanan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi lez û bez berê xwe da Emerîkayê da ku hewl bide xwe ji van sûcan safî bike.

Di nav sûcên Mala Barzanî de ya herî girîng û giran, fermana 2014’an a li ser Êzidiyan e ku bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê bi fermana Mala Barzanî ji Şengalê reviyan û civaka Êzidî teslîmî DAÎŞ'ê kirin. Di vê fermanê de sûcên herî giran ên mirovahiyê hatin kirin ku gelek welat vê fermanê wekî jenoside îlan kirin. Der barê dozên ku li dijî Mala Barzanî de hatine vekirin û sûcên li civaka Êzidî hatine kirin de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas ji ANF’ê re axivî û bang li hemû Êzidiyan kir ku giliyê Mala Barzanî bikin û daxwaza dozên yasayî bikin.

'WEKE MAFYAYAN, XORTÊN ÊZIDÎ DAN WINDAKIRIN'

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas destnîşan kir ku civaka Êzidî ji sala 2003’an heya roja me ya îro ji ber destê Mala Barzanî gelek êş kişandine û wiha axivî: "Mala Barzanî di 2003’an de Şengal kirin bin hikmê xwe. Mala Barzanî, heya fermana 2014’an hesabê ji xortên Êzidî xwest, çawa ku DAÎŞ'ê di fermanê de ji civaka me xwest. Însanekî ne li gor berjewendiyên wan kar bikira, wekî mafyayan xortên Êzidî didan wendakirin. Heya niha jî çend xortên ku di sala 2006-2007’an de bi destê Mala Barzanî hatine wendakirin, çarenûsa wan hê jî ne diyar e."

'MALA BARZANÊ ÊŞKENCE LI MIROVÊN ÊZIDÎ KIR'

Xwedêda Ilyas bang li wan kesên ku rastî zext û êşkenceya Mala Barzanî hatine kir û wiha pê de çû: "Însanên ku rastî êşkenceya Mala Barzanî hatine, bila daxwaza heqê xwe bikin. Sedam Hisên 36 salan hikum li ser Rojhilata Navîn kir lê roj hat li ber îdamê sekinî. Xiyanet li Êzidiyan hatiye kirin, her wiha ji alî madî ve jî heqê wan hatiye xwarin. Bi destê Mala Barzanî pêşengên me têne hedefgirtin. Dewleta tirk bi hevkariya Mala Barzanî êrîşî Şengalê dike. Di 3’ê Adara 2017’an de êrîşê Xanesorê kirin, 10 xortên me şehîd ketin. Ev îxaneta wan heya roja me ya îro jî berdewam dike."

'WÊ MESÛD BARZANÎ JÎ ROJEKÊ BÊ DARIZANDIN'

Xwedêda Ilyas derbarê sûcên Mala Barzanî de bangeke girîng li civaka Êzidî kir û got: "Her Êzidiyek lazim e dozek li mala Barzanî veke. Kesî bawer nedikir Sedam Hisên were dadgehkirin, wê Mesûd Barzanî jî rojekê were darizandin. Eger her însanek daxwaza maf û mexdûriyeta xwe bike wê werin darizandin. PDK destêkê dide dewleta Tirk û pêşengên me, sazî û dezgehên Şengalê têne hedefgirtin. Naxwazin civaka Êzidî li cih û warên xwe bigere. Ji ber xiyaneta Mala Barzanî ferman bi ser Êzidiyan de hat, bi hezaran însanên me ketin destê DAÎŞ'ê. Lazim e her malbatek şehîdan doz li Mala Barzanî veke. Em nebêjin tişt çênabe. Çawa ku gelê Kurd ji ber Enfalê mehkeme li ser Sedam Hisên vekir, îro jî li ser Êzidiyan Enfal, komkujî heye û sedem xiyaneta Mala Barzanî ye. Însanê ku îradeya wî hebe û rabe ser xwe dikare her tiştî bike."

'LAZIM E KURD JÎ ÊZIDÎ JÎ LI DIJÎ MALA BARZANÎ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN'

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas di dawiya nirxandina xwe de bibîrxist ku li li dadgeha Amerîkayê doz li dijî Mala Barzanî hatiye vekirin û wiha berdewam kir: "Dinya hemû dizane di 2014’an de çawa xiyanet li civaka Êzidî hate kirin. Piştî fermanê dema vegeriyan Şengalê heya sala 2017’an 67 însanên me bi destê Mala Barzanî hatine tasfiyekirin. Bi destê wan ferman li ser gelê Kurd jî rabû, li ser Êzidiyan jî. Lazim e gele Kurd jî civaka Êzidî jî li ber neheqiya Mala Barzanî rabin."