Fermandara YJA Starê şehîd Ronahî Penaber hate bîranîn

Fermandara YJA Starê Ronahî Penaber (Aysel Bayhan) li Mexmûrê hate bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandara YJA-Star’ê (Aysel Bayhan) bi nasnav Ronahî Penaber ku di 22’yê Çileya 2023’yan de li herêma Besta ya Botanê gihiştibû şehadetê, bi merasîmek hatin bibîranîn.

Merasîma biranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê bavê Şehîd Ronahî Penaber, Emîn Bayhan axivî.

Emîn Bayhan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bibîranîn û wiha got: “Şehîd Ronahî ne keça min, keça tevahî gelê azadîxwaze. Em xêrhatina gelê amade dikin û dibêjin serê gelê Kurd, Rêber Apo û rêhevalên wê saxbe. Em soz didin emê wek malbat heta dawî şopdarên wan û têkoşîna wan bin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Ronahî Penaber hat nîşandan.

Merasîma bîranîn bi dirûşemeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.