Jin a Êzidî ya hate rizgarkirin li Şengalê bi tilîliyan hate pêşwazîkirin

Jin a ciwan a Êzidî Kovan Îdo Xirto ku di dema fermanê de ji aliyê DAÎŞ'ê ve ahte revandin û ji aliyê şervanên YPJ'ê ve li Kampa Holê bi operasyonekê hate rizgarkirin, li Şengalê radestî malbata wê hate kirin.

Jina ciwan a Êzidî Kovan Îdo Xirto ku 2014’an ketibû destê çeteyên DAÎŞ'ê, di encama operasyona QSD’ê ya kampa Holê de hate rizgarkirin, TAJÊ ew gihand malbata wê. Kovan ji bo pêşwaziya germ a jinên Şengalê spasî kir û got: “Bi vî awayî pêşwazîkirin, ji bo min hesteke gelekî xweşe. Çawa bi dilekî xweş vegeriyam nava malbata xwe, hêvî dikim hemû dîlên din jî bi vî awayî vegerin malên xwe.”

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hevkariya QSD’ê û YPJ’ê meha Sibatê operasyoneke din a ‘Mirovî û Ewlehiyê’ li Kampa Holê ya li Hesekê da destpêkirin. Di wê operasyonê de jineke din a Êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xirto (26) ya 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate revandin, li Kampa Holê hate rizgarkirin. Kovan paşê radestî Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin. Mala Êzidiyan jî Kovan Îdo Xirto bi rêya hêzên ewlekariyê gihand hêzên YBŞ û YJŞ’ê.

TAJÊ îro bi amadebûna malbatê û gelek jinan pêşwazî li Kovan Îdo Xirto kir. Paşê bi tilîlî û gulan radestî malbata wê hate kirin.

Endama TAJÊ’ê Edûl Elî  kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya hêzên ewlekariyê yên Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Em xêrhatina Kovan dikin. Di arîfeya 8’ê Adarê de ne. Em vê rojê li hemû jinên Êzidî pîroz dikin û hêvî dikin hemû jinên dîl girtî werin rizgarkirin. Em da diyakirin ku QSD’ê û hêzên Rojava bi xwîna xwe van  girtiyên me  rizgar dikin. Ew bi ked û xwîna xwe van dîlên me rizgar dikin. Îro em di pêşwaziya 8’ê Adarê dene, em 8’ê Adarê li tevahiya jinên Êzidî pîrozdikin em bi hêvîne hemû jinên Êzidî vegerin nav kes û karên xwe.”

Kovan Îdo Xirto jî ji bo pêşwaziya bi coş a jinên Êzidî  spasî kir û got : “Ez gelek kêfxweşim ku wisa hatim pêşwazîkirin û ev hesteke gelekî xweşe. Ez bihêvîme hemû jinên din jî bi kêfxweşî vegerin nava malbatên xwe û ji destê DAIŞ’ê rizgar bibin.”

Mamê Kovan Îdo Xirto, Xelef Şivan ku di pêşwaziyê de amadebû, ji ajansa me re axivî û got: “Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, Kovan li gel malbata xwe dîl ket. Wê ji Sinûnê birin Xanesorê û ji wir jî birin Reqayê. Piştî Reqa rizgar bû, derbasê Kampa Holê bû, lê ne diwêriya bêje Êzidî me. Ji ber malbatên DAIŞ’ê kesên dibêjin, em Êzidîne dikujin.”

Xelef Şivan spasiya hêzên Rojava, YBŞ û YJŞ’ê jî kir û wiha axivî: “Em Spasiya YBŞ’ê YJŞ’ê û hêzên Rojava dikin  ku bi  keda xwe  girtiyên me digihînin me. Ji malbata Kovanê hîn dê û bavê wê diyar nînin, tu agahî jî wan nayê girtin. Em bang li aliyên eleqeder dikin, ji bo vegerandina windahiyên me bixebitin. Hîn jî hikûmeta Iraqê tiştek ji bo wan nekiriye, divê berpirsyariyên xwe bicîh bînin."