Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Şengalê ye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî çû Şengalê. Sûdanê derbasî baregeha Firqa 20 ya artêşa Iraqê. Rê nehat dayîn ku çapemenî û kesayetên Şengalê derbasî cihê hevdîtinê bibin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî îro piştî ku gihîşt Nînovayê û ji aliyê Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir Dexîl ve hate pêşwazîkirin, tevî şandeyekê derbasî Şengalê bû. Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekeme Sûdanî Serdana Şengalê dike.

Serokwezîr Sûdanî li Şengalê derbasî baregeha Firqa 20. ya artêşa Iraqê bûye û li wê derê dest bi hevdîtinan kiriye.

Rê nehate dayîn ku ji bilî ofîsa ragihandinê ya Sûdanî, endamên ragihandinê derbasî cihê hevdîtinê bibin. Li gor agahiyên ku bidestketine, dest danîne ser alavên teknîkî yên hin saziyên ragihandinê. Ji ber vê rewşê, derbarê rojeva Serokwezîr Sûdanî û peyamên ku di hevdîtinan de dayî heya niha agahiyeke berbiçav negihiştiye ber dest.

Her wiha kesayet, eşayîrî û nûnerên civaka Êzidî û gelê Ereb Şengalî ku dixwestin xwe bigihînin baregeha Firqa 20 ya artêşa Iraqê da ku rojev û peyamên xwe bigihînin Serokwezîr Sûdanî, rê li ber wan hate girtin û destûr nehate dayîn ku biçin cihê hevdîtinê. Ev rêgirî bû sedema rexne û bertekên xelkê Şengalê.

Li gorî Ofîsa ragihandinê ya serokwezîr, Sudanî ji bo vekirina projeyên niştecihbûn û xizmetguzariyê derbasî Deşta Nînovayê bûye. Şengal yek ji wan cihan e ku di fermana 3.8.2014’an de cih û warê wan hatiye wêrankirin ku heya niha ji bo veger û avedaniya Şengalê projeyeke cidî ji aliyê hikumeta Iraêqê ve nehatiye amadekirin.

Her wiha piştî hilbijartina parêzgehên Iraqê, rojeva esasî ji nû ve diyarkirina îdareya Şengalê ye ku gelê Şengalê di wê hêviyê de ye îdareya nû bêyî îradeya Şengalê neyê avakirin. Ji bo gelê Şengalê mijara herî girîng ewe ku wê serokwezîr Sûdanî derbarê îdareya nû ya Şengalê, veger û avedaniya Şengalê de çi peyaman bide.