BI DÎMEN

Bakirhan li Newroza Êlihê ye: Xelkê Êlihê wê bersiveke baş bide wan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di şahiya Newrozê ya li Êlihê de axivî ku bi deh hezaran kes beşdarî Newrozê bûne. Bakirhan bal kişand ser hilbijartinên xwecihî.

NEWROZA ÊLIHÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya Êlihê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, bi tevlîbûna deh hezaran kesan didome. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk di pîrozbahiyê de bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha got: “Ricaya min a ji hemû hevalên li vê derê ne ew e ku mal bi malbat bigerin. Divê em fikriyat û bernameya partiya xwe bigihînin kesên hêj me xwe negihandinê.” Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî ev tişt anî ziman: “Newroz serkeftina gelan e. Em jî agirê Newrozê bi tevlîbûna sedhezaran vêdixin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bi bîranîna Mehmet Sîncar, Cengîz Altûn, Seyfettîn Tepe, Edîp Solmaz û Salih Ozdemîr dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, bal kişand ser coşa Newroza Stenbolê û wiha got: “Heman daxwaz û dirûşmên îro hûn li vir berz dikin re li wir jî hatin kirin. Li Stenbolê milyonek kesan gotin; ‘tecrîdê bi dawî bikin.’ Bi sed hezaran kesên li Stenbolê hatin gel hev xwestin pirsgirêka kurd bi rêyên guftûgoyê û muzakereyan were çareserkirin. Li qada Newrozê gotin; ‘muxatabê meseleya kurd Îmrali ye.’”

Bi domdarî Bakirhan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an şandî bi bîr xist û wiha got: “Ew deklarasyon, hevnasîna Tirkiyeyê ya bi demokrasiyê re bû. Ew deklarasyon deklarasyona pêkvejiyana kurdan û gelên din a bi ziman û nasnameyên xwe bû. Em careke din dibêjin ku muxatabê pirsgirêka kurd Îmrali ye û em li gel deklarassyona aştî û çareseriyê ya sala 2013’an e. 

Hinek kesên ku li vê derê dibêjin ‘em kurd in’, li Enqereyê bi guran re li ser heman sifreyê rûdinin. Li vir dibêjin ‘em kurd in’ lê li Enqereyê bi tifaqa guran re, bi tifaqa JÎTEM’Ê re ne. Her wiha li ber pêşeroja we û partiya ku ji bo nasnameya we têdikoşe xefikan didane. Em ji kesên hewl didin paşeroja me bi me bidin jibîrkirin re dibêjin; Êlih hafize ye, heqîqet e. Êlih dê tu caran lê tu caran vê hafizeyê ji bîr neke. Hem dê di heman tifaqa MHP û JÎTEM’ê de cih bigirin, hem bi kesên dema li meclisê em du peyvên bi kurdî diaxivin dengê me qut dikin re tevbigerin hem jî dê li vir hewl bidin xwe ‘şirîn’ nîşanî gelê kurd bidin. Lê gelê Êlihê bi van naxape. Ez Êlihê baş nas dikim, bawer bikin ku li ser dîwarên gelek malbatên me yên niha li vê qadê ne wêneyên xwişk-birayên wan ên di salên 90’î de ji hêla kontrayan ve hatine qetilkirin hene. Vaye Êlih ew wêne ye. Yên ku bûne sedem ku ew wêne bi wan dîwaran ve bên daliqandin, dê di 31’ê Adarê de ji gelê Êlihê bersiveke baş bigirin.

Welêt nebaş birêve dibin û serokkomarê welêt tiştên sosret dibêje ku em heyîrî dimînin. Dibêje ‘em bi hemda dilê xwe azadiyê dijîn.’ Lê xelkê Êlihê azad nîne, bi dehan zarokên wê di girtîgehan de ne. Ciwanên ku li ser medyaya dijîtal rexneyan dikin girtî ne. Xelk nikare bi dilerehetî tevlî mitîngekê bibe. Welatî nikarin bêhnê bistînin. Xelk birçî û perîşe ye lê radibe dibêje ‘tehma azadiyê bijîn.’ Erê dibe ku tu li wê qesra hezar odeyî azad bijî lê xelkê Êlihê, gelê kurd, rêhevalên me yên girtî, ciwanên me yên xistin tora tiryakê, teqawid, karker û bindest azad nînin.

Li ku derê dibe bila bibe, em ê sekn û berxwedana birûmet a xelkê Êlihê bixin meriyetê. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma. Îşala em ê bi rêjeyeke reko bi ser kevin. Jixwe em ê bi ser kevin lê li dijî kontrayan, li dijî kesên ji kurdî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ xwedî li deng û partiya xwe derkevin. Êlih, xwedî li sindoq, deng, heqîqet û hafizeya xwe derkeve. Batman Batmana kurdan e, Barmana me ye, dilê me ye, dilê Kurdistanê ye.

Di hilbijartinan dibe ku hinek hêrsbûn, dilmayîn û kêmasî çêbibin. Ev tevek dikarin bên telafîkirin. Nirxên vê partiyê hene. Jinan li Rojava bi ‘jin, jiyan, azadiyê’ dinya ji zilma DAÎŞ’ê xelas kirin. Jinên kurd îro li Arjantînê, li Brezîlya, ji Ewropayê heta Asyayê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê bîranîn. Lewma jî ev partî bi qasî partiya ciwanan, partiya jinan e jî. Yên ku têkoşîn û keda hevalên jin tune dihesibînin, yên ku jinan wekhev bi bîr nayînin, zîhniyeta ku wiha fêm neke em red dikin. Lewma divê Êlih xwedî li seroka me ya jin derkeve. Li gel me hevserokatî heye. Navê min Tuncer Bakirhan e lê ne Serokê Giştî yê DEM Partiyê me, Hevserok im. Anku pergala hevserokatiyê ku bi saya ked û têkoşîna jinan hatiye afirandin ji bo me esasî ye.”

Newroz bi gerandina govendê dom dike.