MAK’ê amûrên teknîkî yên îstîxbaratê hedef girt

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku ‘fotokemîn, sensor û kamerayên termal’ ên ku li dijî gerîla tên bikaranîn, tespît kirine û ew îmha kirine.

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’fotokemîn, sensor û kamerayên termal" ên ku artêşa Tirk a dagirker ji bo îstîxbarata teknîkî li qadên gerîla bi cih kirine, di wextên cuda de ji aliyê Milîsên me ve hatine tespîtkirin û îmhakirin.

MAK’ê  di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd û ciwanan kir û got: ‘’Heya ku em dijminî ji xaka  Kurdistanê paqij bikin em wan û amûrên wan ên teknîkî hedef bigirin.’’

MAK’ê bi rêya vê daxuyaniya xwe  Newroza gelê Kurd pîroz kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:’’ Di serî de ciwan em bang li hemû welatparêzan dikin ku li dijî dijminî di nava refên MAK’ê de bi ruhê serhildanê xwe bi rêxistin bikin û dest bi çalakiyan bikin.’’