Tulay Hatîmogûllari: Bila azadiya Birêz Ocalan misoger bibe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Newroza Bazîdê axivî û got, "Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û azadiya Birêz Ocalan misoger bibe."

NEWROZA BAZÎDÊ

Bi pêşengtiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Dema azadî û serketinê ye”, li navçeya Bazîd a Agiriyê bi tevlibûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada girtîgeha kevin hate lidarxistin û tevî baranê jî bi hezaran kes herikîn qadê. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tev li pîrozbahiyê bû. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi meşaleyan û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Li qada pîrozbahiyê psoterên Qazî Mihemed û Şêx Seîd hatin hilgirtin û pankarta “Em ji bo agirê Newrozê bi agirê ciwanan vêxin hatine” hate hilgirtin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bernameya Newrozê dest pê kir.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiyê de bangî gel kir û bal kişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an şandibû. Hatîmogûllari, wiha got: “Peyamên birêz Ocalan ên sala 2013’an, peyamên me ne. Em li vir li Bazîdê bang dikin; peyama 2013’an peyama me ye. Her ku em banga aştiyê dikin, qesr jî amadekariyên şer dike. Ev bi roja ye nûnerên îktîdarê li Iraqê lûtkeyên şer li dar dixe. Ji bo hilbijartinên cihî demekî kin ma ye û ew soza şer didin. Em bang li kesên pirsgirêka kurd veguherandina amûra hilbijartinê idkin; bangawaziya me ya ji bo aştî û guftûgoyê bi qasî nebe amûra hilbijartinê girîng e. Ev 40 sal in li ser vê xakê welatî dimirin û bedel didin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye û divê were çareserkirin. Divê pêvajoyeke guftûgoyê were destpêkirin. Em bi hêza ku ji peyama 2013’an digirin dîsa banga guftûgoyê dikin.”

Bi domdarî Hatîmogûllari anî ziman ku ew di sedsala nû de ji bo komareke demokratîk têdikoşin û wiha pê de çû: “Ji bo pêkvejiyana li Tirkiyeyê em ê heta dawiyê têbikoşin. Em di ferqa bedelên didin de ne. Em di wê ferqê de ne ku tevî hewldanên me jî li me şer ferz dikin. Lê em tevî vê yekê jî dê di sedsala duyemîn de komareke demokratîk ava bikin. Em ê li ser van xakan pêkvejiyaneke di nava aştî û aramiyê de ava bikin. Yên li qesrê bangawaziyên şer dikin, dê di 31’ê Adarê de bibînin bê ka qêrîna me ya aştiyê çiqas xurt e. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û divê em bi şev û roj bixebitin. Ji we ricaya min ew e ku hûn tevî me ji bo kesên li derveyî bajar bînin hilbijartinê bixebitin. Em bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi 31’ê Adarê ve biçin.

Zanyarê kurd Ehmedê Xanî dibêje ‘her kes mîmarê dîwarê xwe ye.’ Em jî dê dîwarê xwe ji hezkirinê ava bikin. Em ji bo vê dixebitin. Em ê hilbijartinên cihî jî bi serkeftinê tacîdar bikin û rêveberiyên xwe yên herêmî û bajarên aştiyê bi hev re ava bikin.

Her ku ew tecrîda li Îmraliyê li me ferz dikin, em ê hîn bêhtir bibêjin bila tecrîd were rakirin. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê hatine aştiyê û pêvajoya guftûgoyê pir zehmet e. Em bi hev re dibêjin bila tecrîda li Îmraliyê rabe û birêz Ocalan azad bibe. Ji bo aştiyê yan em ê rêyekê bibînin an jî dê rêyeke nû vekin. Ji bo vekirina vê rêyê hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in.”

Piştî axaftina Hatîmogûllari, agirê Newrozê bi coşeke mezin hate vêxistin. Gel, li dora agirê Newrozê govend gerand.