BI DÎMEN

Li Bane Newroz hat pîrozkirin

Li gundê Sûtû yê Bane tevî barana zêde jî şênî li nava gund kom bûn û Newroz pîroz kirin.

NEWROZA SEQIZ'Ê

Doh li gundê Sûtû yê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Şêniyên gund di saetên êvarê li nava gund kom bûn. Li wir şêniyan piştî amadekariyên agirê Newrozê, di bin baranê de agirê Newroz dadan û heta saetên dereng li ber stranên gelêrî govend gerandin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku îşev li tevahiya bajar, navçe û gundewarên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê agirê Newrozê we were dadan û pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê bi taybetî li herêma Hewraman weke her salê bi reng û peyamên xwe û dîmenên xwe yên bi heybet tê pîrozkirin.