Endamê HDP’ê yê ku hatî derbkirin, hate girtin

Polîsan îro bi ser mala Nezîr Îlek de girt û bi tundiyê ew binçav kirin. Hat zanîn ku bi biryara dadgehê Nezîr Îlek ê HDP’î hate girtin.

NEZÎR ÎLEK HAT GIRTIN

Îro di danê nîvro de polîsan li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bi ser mala endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nezîr Îlek û xizmên wî de girtin. Hat zanîn ku derheqê Îlek de biryara teqezbûyî ya girtinê heye û di dema serdegirtinê de Îlek û endamên malbatê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin.

Polîsan di dema lêgerînê de alav û amûrên malbatê belav kirin û Îlek birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Piştî karûbarên li emniyetê, Îlek birin edliyeyê û bi biryara dadgehê hate girtin û şandin girtîgehê.