Dewleta Tirk a dagirker hêzên leşkerî dişîne Başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirk a dagirker di ser Deriyê Sînor ê Deştanê re hêzên leşkerî dişîne Başûrê Kurdistanê.

Dewleta Tirk a dagirker ku di çarçoveya planên dagirkeriyê yên nû de karên siyasî û dîplomatîk dewam dike, ji aliyê leşkerî ve jî amadekariyan dewam dike.

Li qadên gerîla hem leşkerên artêşa Tirk hem jî hêzên PDK'ê di bin navê Yekîneyên Muxafizên Sînor ên Iraqê de bi cih dibin. Dewleta Tirk doh danê êvarê di ser Deriyê Sînor ê Deştanê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzeke leşkerî sewqî Başûrê Kurdistanê kir.

Li gorî agahiyan, hêza ku ji herêmê re hate şandin li derdora gundê Baroxê yê li nehiya Kanîmasî ya Dihokê hatiye bicihkirin.

Hate ragihandin ku liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike.