Uysal: Silav ji Abdullah Ocalan ê ku ruh da Newrozê re!

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal di pîrozbahiya Newrozê ya li quntara Çiravê pêk hat de axivî û got, "Em ji vê qadê silavên xwe ji Birêz Ocalan ê ku ruh daye Newrozê û 25 sal in di nava tecrîdê de ye, dişînin. Em Newroza wî pîroz dikin."

Cejna Newrozê piştî 10 salan li herêma Kanî Mergî ya li quntara Çiravê ya navçeya Dihê ya Sêrtê hate lidarxistin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan, Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DEM Partî, endamên PM’ê yên DBP’ê û bi hezaran kes beşdar bûn.

Bi saetan beriya destpêkirina Newrozê gel bi kincên xwe yên gelêrî hatin gel hev û li ber stranan govend gerandin. Li qadê timî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê polîsên ku xwestin li herêmê dîmenên bikêşin hişyar kirin û ji ber polîs guh nedan hişyarê kamerayên bi alên DEM Partiyê hatin astengkirin.

Agirê Newrozê bi çepik, tilîlî û berzkirina dirûşman hat pêxistin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Cejna Newrozê li berxwedêran pîroz kir. Newroz Uysal dema ku Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir, gel dest bi çepik û dirûşman kir.

Newroz Uysal axaftina xwe wiha domand: “Îro li gelek deverên cîhanê agirê Newrozê hat pêxistin. Dihê jî li quntara Çiravê Newroz pîroz dike û ev pîrozbahî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Em Newroza gelê Botanê yê qedîm pîroz dikin. Newroz piştî 10 salan li vir tê pîrozkirin. Li gel barîna baranê jî bi hezaran kes li dijî polîtîkayên zext û zilmê hatin vir, peyama em niha li vir in, em ê hebin didin. Ji vê qadê em silavên xwe ji Birêz Ocalan re ku ruh daye Newrozê û 25 sal in di bin tecrîdê de ye, dişînin. Em Newrozê pîroz dikin. Birêz Ocalan di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin, daxwaza wî ya aştiyê çêbû. Divê ev daxwaz pêk were.”

Piştre Newroz Uysal peyama ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên Newrozê yên salên borî berhev kiribû xwend.

Li gel barîna baranê jî gel qada Newrozê terk nekirin û Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Şîlan Dora, hunermendên herêmî û gerandina govendê bi dawî bû.