Bang hate kirin ku 21'ê Adarê agirê Newrozê li Amedê bê geşkirin

Seroka Komîteya Amadekar Pinar Sakik li ser amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê ya li Amedê daxuyanî da û bang kir ku li Amedê agirê Newrozê bê geşkirin.

Komîteya Amadekar a Newrozê li Amedê civîneke çapemeniyê lidar xist û Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren, rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên bajar û navçeyên Amedê, aktîvîstên TJA'yê, namzetên hevşaredariyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn.

Serhat Eren li civînê axivî û bal kişand ser krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê. Serhat Eren işaret bi girîngiya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê kir û bang li gelê Kurd kir ku îradeya xwe li qadên Newrozê nîşan bide.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik jî anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola berxwedanê ye û destnîşan kir ku misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadiya Kurdan û gelan.

Pinar Sakik diyar kir ku qadên Newrozê wê bibin qadên misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan û bang kir ku agirê azadiyê li Amedê bê geşkirin.

Pinar Sakik got, "Ne tenê xelkê Amedê em bang li gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku agirê azadiyê ji Amedê bilind bikin."