Li Nisêbînê piştî Newrozê meş

Li Nisêbînê piştî şahiya Newrozê ciwanan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin û dest bi meşê kirin.

MEŞA NISÊBÎNÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hat lidarxistin. Di kêliyên dawî de baraneke zêde bariya û girse ji qadê derket. Ciwanên di nava girseyê de tevî baranê jî dest bi meşê kirin.

Di dema meşê de ciwanan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin û polîsan jî bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwana kir.  

Ciwanan jî bi keviran xwe parast û hinek ciwan hatin binçavkirin.