BI DÎMEN

Mezlûm Heften: Jin, Jiyan, Azadî cewher û naveroka sereke ya Newrozê ye

Endamê Meclîsa PJAK'ê Mezlûm Heften diyar kir ku piştî serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" Newroz li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir nêzîkê wateya xwe ya rasteqîn bûye ku berxwedana li hemberî zilm û tepisandinê ye.

Endamê Meclîsa PJAK'ê Mezlûm Heften bi wesîleya Newrozê axivî. Peyama Mezlûm Heften bi vî rengî ye:

"Cejna Newroz, Newroza 2024’an li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li dayikên şehîdan, li dayikên aşitiyê û bi taybetî li hemû têkoşerên azadiyê û li hemû kesên ku vê cejnê pîroz dikin, bi taybetî li Kurdan li rojhilatê Kurdistanê û bi giştî li gelên Îranê pîroz dikim.

Bêguman Newroz xwedî dîrokekê ye. Dualîteyê pênase dike. Dualîteya ronahî û tarî, zanebûn û cehalet, edalet û zilm, heq û batil. Ev dualîte wek xeta berxwedan û xeta dagirkeriyê ji dîrokê heta îro hatiye. Bi taybetî ji bo gelên Zagrosê, ji bo baweriyên Zagrosê wateya Newrozê ya cuda heye. Hinek wek şerê di navbera Kawayê Hesinkar û Dehak dibêjin, lê dîrokeke wê ya kevnar heye. Hê ji dema Sumeran ve hin belge hene ku bi awayên cuda cuda Newrozê pênase dikin. Dibe ku navên wan cuda bin, nav ne Newroz be. Lê belê heqîqeta Newrozê îfade dikin. Ew şerê di navbera heq û batilê de, ew şerê di navbera ronahî û tariyê de bi awayên cuda heta roja îro hatine. 

Ew naveroka eslî ya Newrozê ku bi dirêjahiya dîrokê hatiye, mixabin desthilatdar dixwazin wê biguherînin. Naveroka wê ya eslî îradebûna mirovan e, îradebûna gelan e, hevgirtina wan e û bêguman serîrakirina li dijî zilmê ye û guherandina zilmê ye û hakimkirina îradeya gel e. Desthilatdaran xwestiye ku vê yekê ji nav bibin. Îro jî înkar dikin, dibêjin şirk e, kufr e, li dijî dîn e. Bi awayên curbicur li dijî Newrozê şer dikin. Lê ji ber ku têkiliya Newrozê bi hafizeya mirovan re, bi hafizeya civakan re heye, nekarîne wê ji nav bibin.

Newroz bi tevgera Apoyî re wateya xwe ya eslî peyda dike. Rêber Apo felsefeya çawa jiyan û çima jiyanê ji me re pênase dike ku ev yek sembola Newrozê ye.

Bi taybetî piştî avabûna tevgera Apoyî û piştî fikir û felseya Rêber Apo ji bo Kurdan di meseleya Newrozê de guherînek çêdibe. Bêguman ev yek wisa bi rehetî çênabe. Bi ked û zehmeta Rêber Apo, bi Kawayên hemdem, bi keda wan kesan pêk hatiye ku canê xwe ji bo Newrozê dane.

Li rojhilatê Kurdistanê jî hêdî hêdî Newroz wateya xwe ya eslî peyda dike, bi taybetî ev yek di roja îro de berbiçavtir dibe. Bi taybetî piştî şoreşa jin, jiyan, azadiyê mirov dibîne ku Newroz zêdetir ber bi wateya xwe ya eslî diçe. Li rojhilatê Kurdistanê Newroz ji wateya xwe ya eslî dûr ketibû, hatibû sînordarkirin. Lê belê bi pêşketina fikir û felsefeya Rêber Apo û tevgera Apoyî re li rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî piştî şoreşa jin, jiyan, azadiyê Newrozê rengekî din wergirt. Pîvanê Newrozê guherand. Mirov vê yekê dibîne. Îsal beşdarbûna gel, beşdarbûna malbatên şehîdan, pîrozkirina Newrozê li ser gorên şehîdan, coş û kelecana gel vê yekê nîşan dide. Ew pîvana ku şoreşa jin, jiyan, azadiyê li rojhilatê Kurdistanê û Îranê daniye, wê rengê xwe da Newrozê. Ev yek girîng e. Pêşvebirina vê yekê girîng e. Şoreşa jin, jiyan, azadiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd li rojhilatê Kurdistanê û Îranê xaleke werçerxanê çêkir. Vê xala werçerxanê di jiyanê de guherînek çêkir. Çima? Ji ber ku bedel hat dayîn. Gel got êdî em vê jiyanê bi vê şêwazê qebûl nakin û ji bo vê yekê biryar girtin. Ew tiştê ku di şoreşa jin, jiyan, azadiyê de esasa xwe girt, naveroka Newrozê ya eslî ye. Çima? Ji ber ku Newroz yanî roja nû, yanî jiyana nû.

Pêşengiya ku jin li Îranê dikin, ew pêşengiya ku gelê Kurd dike, ew pêşengiya ku gelên bindest dikin, girîng e. Ev yek di rastiya xwe de naveroka Newrozê ya eslî pênase dike.

Îsal meha Remezanê û Newroz rastî hev hatin, lê ji ber ku gelê me bawermendên rast in, dînê wan dînê gel e, ne dînê desthilatdariyê ye, ji bo beşdarbûna li Newrozê wê hevsengiyê çêdikin. 

Gelê me Newrozê bi coş û kelecan pîroz dike û peyama xwe dide. Beşdarbûna gel a li Newrozê û boykotkirina hilbijartinan peyameke zelal û vekirî ye. Wexta ku hilbijartin boykot kirin, ji rejîm û desthilatdariyê re dibêjin ku em siyaset û zilma û dagirkeriya we qebûl nakin. Wexta ku bi coş û kelecan Newrozê pîroz dikin, ji her kesî re dibêjin ku em li ser esasê felsefeya Newrozê ku jiyana nû ye, hevgirtina gelan e, berxwedan e li hember zilmê, beşdarî Newrozê dibin. Ev yek ji bo her kesî, ji bo dost, ji bo dijmin peyamek e.

Ew kesê ku Newroz li ser esasa wê ya eslî pênase kiriye, niha girtî ye, di tecrîdekê mitleq de ye. Zilma Dehakên serdemê li hember Kawayê Hemdem Rêber Apo ye. Ew peyama ku gelê me di roja Newrozê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dide, digihîje guhên her kesî.

Rêber Apo felsefeya Newrozê kiriye beşeke jiyana gelê Kurd. Çima? Kurd tên û di Newrozê de analîz dikin bê ka me sala borî çi kiriye, baş bû, xerab bû, kêmaniyên me di ku de ne. Tenê bi awayekî merasîmî li Newrozê nanêrin. Ji bo sala nû jî plansaziya xwe çêdikin. Heqîqeten Rêber Apo Kawayê Hemdem e. Kawayê ku li dijî Dehakên serdemê alaya azadî û wekheviya civakî bilind kiriye, Rêber Apo ye.

Bêguman li rojhilatê Kurdistanê û Îranê pirsgirêkên din jî hene. Ez bawer im gelê me wan ji bîr nake. Bi boneya Newrozê hewce dike malbatên şehîdan, malbatên girtiyan, bi taybetî malbetên girtiyên siyasî, malbatên ku feqîr in, divê gel wan ji bîr neke.

Ew lehiya ku li Sîstan û Belûçistanê rabûye, bi rastî mala gel wêran kiriye. Jixwe sîstem bi awayên cuda cuda li ser wan zilmê dike. Ew piştgiriya ku heta niha rojhilatê Kurdistanê li Belûçistanê kiriye, bila wê zêdetir bikin. Bêguman ew ê zêdetir û zêdetir bikin.

Careke din dixwazin bibêjim Newroz li Rêber Apo, li hemû kesên ku ji azadiyê bawer dikin û ji bo wê tê dikoşin, pîroz dikim.”