BI DÎMEN

Li çiyayên Kurdistanê şahiya Newrozê

Gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê Newroz bi coş pîroz kirin.

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ NEWROZ

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin.

Gerîlayan destpêkê merasîma leşkerî lidar xistin.

Fermandarê HPG’ê Serhat Jêhat têkildarî girîngiya Newrozê axivî û got: “Di serî de ez cejna Newrozê li Rêber Apo, gelê Kurd û tevahî şervanan pîroz dikim. Di şexsê Kawayê Hemdem û şehîdên me hevrê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de, em tevahî şehîdên Newrozê bi bîrtînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Weke tê zanîn tevgera me tevgerekî Newrozê ye. Ev 53 sal in Rêber Apo bi ruhê Newrozê têkoşîn dike. Rêber Apo li îmraliyê, di nava şert û mercên herî giran de pêşengtiya vî ruhî dike. Ango bi têkoşîna xwe ruhê Newrozê gur û geş dike. Ev têkoşîn jî ji bo tevahî mirovahiyê bûye îlhama têkoşîn û zafera mezin. Gerîlayên azadiya Kurdistan jî, çavkaniya xwe ji têkoşîna bê navber a Rêber APO digre. Bê guman roja Newrozê ji bo tevahî desthilatdaran û hêzên hevkar tirs û xofekî mezin ava dike. Me agirê Newrozê bi ruhê Erdal û Rojhatan di 1’ê Cotmeha sala 2024’an de paytexta romê xist. Ango me paytexta dewleta qirker a Tirk xist. Dîsa ev ruhê Newrozê li tevahî qadên çiyê, di nava artêşa fedaiyan de geş û gur bû. Bi taybetî bi hemleyên şoreşgerî yên Xakurkê û Metîna, careke din ev ruh hate zindîkirin. Hemleya herî dawî ya Doga Viyan jî bêhtir ev ruh xwe da der. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê çûne ser baregehên dijmin û bi gotina ku me agir berda erşê romê şînbertir kir. Divê tevahî gelê Kurdistanê û ciwanên me îlhama xwe ji vê ruhê zaferê bigre û têbikoşe. Li kuderê hêzên desthilatdar û yên destdirêjî li ser nirxên me bikin hebin, divê gel û ciwanên me bi ruhê gerîlayên azadiyê bersiv bidin. Çawa Kawayê Hemdem, Dehaq bi binxist, îro jî gerîlayên azadiya Kurdistanê jî dehaqên serdemê û serokê çeteyên dewleta Tirk Erdogan têk dibe û di têkbirinê de bi israre. Divê gumanên tu kesî jî ji vê yekê nebe. Bi taybetî kesên ku hevkariya dewleta Tirk dikin divê baş bizanin ku tu hêz, teknîk nikare vî ruhê fedayî têk bibe. Gerîlayên ku bi ruhê fedayî bi bîrdoziya Rêber Apo xwe hûnandine, ne mimkine ku bi bin bikeve. Gerîla gerîlayê zaferê ye, gerîla gerîlayê hêviya sedsala 21’emîn a ji tevahî mirovahiyê re ye.’’

Piştî axaftina fermandarê HPG’ê Serhat Jêhat, gerîlayan agir vêxistin û li dora agir govend gerandin.