BI DÎMEN

Amed ji Newrozê re amade ye: Werin em bi hev re agirê Newrozê dadin

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn got, "Me amadekariyên xwe hemû temam kirine. Em ê Newroza Amedê bi coş pîroz bikin. Werin em bi hev re agirê Newrozê dadin."

NEWROZ AMEDÊ

Kurdistaniyan dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. Mîna her salê îsal jî 21'ê Adarê bi beşdariya bi sed hezaran kesî wê li Amedê pîrozbahiyeke mezin bê lidarxistin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re tê payin ku Newroz hîn bi coş bê pîrozkirin.

Ji bo pîrozbahiya li Amedê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di nava Komîteya Amadekar de hene. Newroza Amedê wê 21'ê Adarê bi dirûşma 'Rabe, dema azadî û serketinê ye' li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bê pîrozkirin. Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Pinar Sakik Tekîn got, "Amadekarî hemû hatin kirin. Ji bo em Newrozê bi coş pîroz bikin, em li benda gelê xwe ne ku 21'ê Adarê li qada Newrozê be."

Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn ji ANF'ê re axivî, bal kişand ser wateya Newrozê ya ji bo Kurdan û destnîşan kir ku bi taybetî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi coş li qadên Newrozê bin.

EM BIBIN DENGÊ AŞTÎ Û AZADIYÊ

Tekîn anî ziman ku li Amedê bi atmosfera hilbijartinên xwecihî wê Newrozê hîn bi coş pîroz bikin û got, "Hûn jî zanin, em îsal xwe ji hilbijartinekê re amade dikin. Di serî de gelê Kurd, Newroza îsal ji bo gelan hemûyan xwedî wateyeke mezin e. Newroz ji bo me sembola berxwedanê ye. Em ê bi dirûşma 'Rabe, dema azadî û serketinê ye' Newroza 2024'an pîroz bikin. Ji bo ev tecrîda ku jinan, zarokan, girtiyên nexweş dîl digire û ji Îmraliyê destpê kiriye û li nava gelê me belav bûye, em ê li qadan bin. Ji bo çares erkirina hemû krîzan bi taybetî jî pirsgirêka Kurd em ê li qadan bin. Li dijî mejiyê yek şexsî, rejîma yek şexsî û ferzkirinên yekperestiyê em ê bi cihêrengiya xwe li qadan bin. Ji bo bibin dengê aştî û azadiyê em ê li qada Newrozê bin. Em bi coş li benda gelê xwe ne ku li qada Newrozê be."

EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Tekîn bal kişand ser tedbîrên ku wan li qada Newrozê wergirtine û got, "Tevî namzetên hevşaredariyê, parlamenter, hevserokên xwe yên bajar û navçeyan û rêveberên partiya xwe em ê li qadê bin. Me tedbîrên xwe hemû ji niha ve wergirtine. Ji bo Newroza mezin bi gelê xwe re pîroz bikin em amade ne. Weke DEM Partiyê em xwedî paradîgmayekê ne ku civakê hemû hembêz dikin. Paradîgmayeke ku jiyaneke bi hemû cihêrengiyê ava dike. Li welêt ji bo komareke hîn demokratîk bi cih bê em ê li qadan bin. Ji ber vê yekê bang li civakê, baweriyan û gelan dikim; werin em bi hev re têkoşînê mezin bikin, agirê Newrozê geş bikin ku ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hate dadan. Werin em bi hev re agirê Newrozê dadin."