Newroza Nisêbînê: Deriyên Îmraliyê vekin

Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û bangeke bi vî rengî li desthilatdariyê kir: "Deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi dirûşma 'Rabe, dema azadî û serketinê ey' li qada Newrozê ya li pêşberî Parka Cegerxwîn Newroz hate pîrozkirin.

Bi hezaran kes serê sibehê li hev kom bûn û bi flamayên kesk, sor û zer li gel dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" heta qadê meşiyan.

Girseya gel demeek dirêj ji ber kontrola polîsan nekarîn bikevin nava qadê. Piştî ku girseya gel xwe gihand qadê govendê destpê kir.

Di pîrozbahiyê de ku jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî bûn, Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi coş hatin pêşwazîkirin.

Bi hezaran kesî bi hev re dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan.

Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê dadan.

KES NIKARE VÊ ÎRADEYÊ TESLÎM BIGIRE

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî û ji desthilatdariyê re got, "Îradeya li vê qadê bibînin, kes nikare vê îradeyê teslîm bigire."

Hevşaredarên Nisêbînê yên ku qeyûm li şûna wan ahte danîn û namzetên hevşaredariyê derketin ser dikê û silav dan gel.

Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg got, "Em ê aştiyê, azadiyê bînin."

Ji TJA'yê jî Adalet Fîdan jinên girtî bi bîr xist û got, "Em ê têkoşîn û berxwedana xwe her tim mezin bikin. Em ê sîstema hevserokatiyê li tevahiya cîhanê belav bikin û tawîzê nedin."

AHMET TURK: BI TECRÎDÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE

Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi hev re derketin ser dikê. Namzeta hevşaredariyê Devrîm Demîr Newroz li beşdaran pîroz kir.

Ahmet Turk jî bal kişand ser hilbijartinan û diyar kir ku wê bersivê bide qeyûman.

Turk tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Bi tecrîd û zilmê hûn nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Heta ku gelê Kurd negihêjin demokrasî û azadiyê, Tirk jî azad nabin. Werin em bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin, pirsgirêka Kurd bi aştiyeke bi rûmet çareser bikin."

Parlamentera berê Gulser Yildirim jî got, "Ev Newroz bû nîşaneya hilbijartinên 31'ê Adarê. Xelkê Nîsêbînê wê xwedî li îradeya xwe derkeve."

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin û Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Elîf Bûlût jî silav dan girseyê.

OZTURK: DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî got, "Qada Newrozê peyamekê dide van faşîst û tetîkkêşan; Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Maliyeyê li ber deriyên Washîngtonê negerin. Deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Bila pirsgirêkên we hemû çareser bibin."

Ozturk got, "Dem dema azadî û serketinê ye" û axaftina xwe bi gotina "Ya em ê bi ser bikevin, ya em ê bi ser bikevin" qedand.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.