KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xwedêda Elyas: Weke ku mala min hate teqandin ne meclîs!
Meclîsa Gel a Sinûnê 2 sal beriya niha bi mayînên destê sîxuran hate teqandin. Xwedêda Elyas ku wê demê hevserokê meclîsê bû, wiha got: ‘‘Me meclîs weke mala xwe didît, min wisa hîs kir ku mala min hatiye teqandin ne meclîs.’’ -
Diyariya ku ji Girê Cûdî hatî
Li wî cihî, di wê gurahiyê de li ser textikan alên PKK û YJA Starê hatibûn neqişandin, dibe ku nirxê herî mezin ê ji mirinê hatiye dizîn; rewşa herî şênber a berxwedan û mirovbûnê nîşan dide. -
Çelîk ê piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Nurettîn Çelîk ê piştî 30 salan hat berdan, li bajarê xwe Colemêrgê bi gul, fîşekên hewayî, meşale û tilîliyan hat pêşwazîkirin. -
Li Metînayê çalakiya koordîneyî ya gerîla: 6 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku li herêma Metînayê di çalakiyeke koordîneyî ya hêzên gerîla de 6 dagirker hatine cezakirin. -
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Başûrê Kurdistanê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê nû Alî Bakirî serdana paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê kir. -
Roj bi roj jiyan di kampan de zehmettir dibe: Av jî nayê dabînkirin
10 sal li ser fermana sala 2014’an a bi serê civaka Êzidî hatî derbas dibin. Mîna sala yekem li kampên Başûrê Kurdistanê şert û mercên jiyanê zehmet in. -
Li nêzî Silêmaniyê droneke bombebarkirî ket xwarê
Li derdora Şikefta Hezarmêrd a girêdayî Silêmaniyê droneke bombebarkirî ket xwarê. -
Li Colemêrgê gel ber bi qada mîtîngê ve diherike
Li Colemêrgê ji bo mîtînga bi dirûşma 'Şaredarî yên gel e, em ê rê nedin desteserkirinê' girseya gell qadê dadigire. -
Hêzên gerîla li gelek herêman li dagirkeran xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla li gelek herêman li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistine. -
KONGRA-GEL: Em Cejna Qurbanê bi berxwedanê pîroz bikin
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û bang kir ku vê cejnê bi berxwedana li dijî desteserkirina îradeyê pîroz bikin. -
Şewata li parzûngeha petrolê ya Hewlêr nayê vemirandin: Herî kêm 10 birîndar
Li Başûrê Kurdistanê, parzûngeheke petrolê ya li ser rêya Hewlêr-Giwêrê ji roja Çarşemê ve dişewite. Şewat hîn jî nekariye bê vemirandin. Herî kêm 10 kes birîndar bûn. -
Li Colemêrgê gel ji bo mîtînga mezin li hev kom dibe
Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê di nava roje de mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Ji bajarên cuda girseyên gel digihêjin Colemêrgê. -
HPG'ê gerîlaya şehîd Arîn Êrîş bi bîr anî
Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM) gerîlaya YJA Starê Arîn Êrîş ku Hezîrana 2019'an di encama ‘êrîşên dijmin’ ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi rêzdarî bibîr anî. -
Ji sala 2021'ê û vir ve bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş têne kirin
Ji sala 2021'ê û vir ve dewleta Tirk di çarçoveya konsepta 'Plana têkbirinê' de di nava 3 sal û 4 mehan de 5 hezar û 45 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşî gerîla kir. Êrîş hîn jî dewam dike. -
Li Rihayê cerdevanan bi piştgiriya jendermeyan dest danîn ser zeviyên gundiyan
Li gundê Karacaoren ê navçeya Heweng a Rihayê cerdevanan dest danîn ser zeviyên gel. Tevî îtiraza gundiyan û biryara dadgehê jî cerdevan zeviyan bi kar tînin. -
Şaredariya Bajarê Nû hewl dide xisarên ji ber qeyûm çareser bike
Hevşaredarê Bajarê Nû Mehmet Ergun ragihand ku wan enqazek ji qeyûm wergirtine û got, tevî deyn û talanê jî ew karekî berfireh dimeşînin. -
Bi girseyî serdana şîna Şehîd Rûken Spêrtî hate kirin
Ji bo gerîlaya YJA Starê Rûken Spêrtî li Silopyayê şîn hate danîn. MEBYA-DER û DEM Partî bi girseyî serdana şînê kirin. -
Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
Rêveberê DEM Partî yê Êlihê Bariş Avşar li edliyê hat derbkirin û binçavkirin. -
Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Artemêtê di encama serdegirtinên malan ên danê sibehê de zarok jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, droneyek, radarek û mobesseyek hatin îmhakirin
HPG'ê ragihand ku li herêmên Metîna, Garê û Rojavayê Zapê di çalakiyan de dagirkerek hatiye cezakirin, droneyek, sîstemeke radarê û mobesseyek hatine îmhakirin. -
Kalkan: Ji ezmên enqazê AKP-MHP'ê dibare
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê 24 saetan di nava tirsê de ye û got, "Tirs bi kêr nayê. Çi dike bila bike lê faşîzma AKP-MHP'ê wê ji hilweşînê rizgar nebe. Di demeke gelekî nêz de." -
Suham Şengalî: PDK siyaseta DAÎŞ’ê li ser jinan dimeşîne
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir, PDK naxwaze jinên Êzidî yên ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne li Şengalê bimînin û got: “Siyaseta PDK’ê ji siyaseta DAÎŞ’ê ne cûdatir e. PDK, dixwaze jin û zarok ji çand, ziman û axa xwe dûr bikevin.” -
Gerîla bi taktîkên afirîner serketinê misoger dike
Hêzên gerîla ku bi şerê xwe ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelên di bin zilma dagirkeran de ne bûne hêvî, bi taktîkên xwe yên afirîner serketinê misoger dikin. -
Mehmet Saît Uçlu li Rihayê hat bibîranîn
Nivîskar û siyasetmedar Mehmet Saît Uçlu ji hêla hezkirî û xizmên xwe ve hat bibîranîn û got: “Beriya 45 salan li Curnê Reş dest pê kir. Em mizgîniya Curnê Reş didin wan. Ev keda wan a bi heqîqetê dest pê kir roj b roj mezin dibe.” -
Bîlançoya xespkaran hate eşkerekirin
Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku mal û milkê şaredariyê, li saziyên dewletê hatiye belavkirin.