Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Başûrê Kurdistanê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê nû Alî Bakirî serdana paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê kir.

Piştî ku Serokkomarê Îranê û koma nêzî wî di qezayeke helîkopterê de jiyana xwe ji dest da Alî Bakirî weke cihgirê Wezareta Karên Derve hate tayînkirin. Alî Bakirî bi vê wezîfeyê serdana destpêkê li Bexda û Hewlêrê kir.

Bakirî 13'ê Hezîranê roja Çarşemê li Bexdayê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kir û vê sibehê gihîşt Hewlêrê.

Tê payin ku Bakirî li vê derê bi Barzaniyan re hevdîtinê bike û piştre derbasî Silêmaniyeyê bibe. Têkildarî armanca serdanê û naveroka hevdîtinan daxuyanî nehate dayin.