KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şerker: Çalakî rêya yekane ya berxwedana li dijî faşîzmê ye
Endamê Komîteya Ciwanan a PKK'ê Ozgur Şerker anî ziman ku yekane rêya berxwedana li dijî faşîzmê çalakî ye û got, "Em tenê qala çalakiyên li kolanan nakin, perwerde jî, rêxistinî jî çalakiyeke. Ev hemû xizmetê ji çalakiyên hîn mezin re dike." -
HPG: Li Asosê SÎHA hate xistin
Hêzên gerîla li Asosê SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ayîdê dewleta Tirk xiste xwarê. -
‘Weke YNK em ji bo hilbijartinê amade ne’
Cîgirê Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku weke YNK ew li benda roja hilbijartinê ne. -
Ji mamosteya Kurdî Sewsen Hasan agahî nayê girtin
Mamosteya Kurdî Sewsen Muhamed Hasan 15'ê Gulanê li bajarê Bokanê di encama serdegirtina malê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Ji Sewsen Muhamed Hasan ev 3 hefte ne agahî nayên girtin. -
Li Erxeniyê qirkirina siyasî: 5 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên li Erxeniyê hatin kirin de, hevşaredarên berê yên Erxeniyê jî di nav de, 5 kes hatin binçavkirin. -
Hîna jî rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye
228 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, girtî ye. -
Ji bo girtiyê nexweş Atsiz serî li ÎHD’ê hat dayîn
Berdana Sedat Atsiz ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, cara duyemîn hat taloqkirin. Malbata Atsiz li dijî binpêkirinê serî li ÎHD'ê da. -
‘Ez PKK’î me… di pirtûka me de teslîmbûn tineye’
Aso Ferzad (Seyît Perendegel) ê ku 18’ê Mijdara 2022’yan li navçeya Gimgim a Mûşê şehîd bû, di kêliyên xwe yên dawî yên li mala ku hatî dorpêçkirin de, li ser dîwar ‘Ez PKK’î me… di pirtûka me de teslîmbûn tineye’ nivîsand. -
Li herêma Asosê balafireke bêmirov hat xistin
Hat diyarkirin ku li herêma Asosê balafireke bêmirov ji aliyê Pergala Hewayî ya Qendîlê ve hatiye xistin. -
Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metînayê dewam dike
Dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafirên şer bombe li Metînayê barand. -
Berxwedana li Colemêrgê dewam dike
Li Colemêrgê berxwedana li dijî desteserkirina vîne hatine destpêkirin di roja 5’an de berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar serdana esnafan kir û got, “Yên me nas nekin em wan qet nas nakin.” -
Xizmên Windayan wê cara 800’emîn li hev bicivin
Xizmên Windayan wê sibê li Amedê cara 800’emîn li hev bicivin. ÎHD û malbatan banga piştevaniyê kirin. -
Operasyona leşkerî ya li Licê: Li ser rêyên taxan bend hatin danîn
Li taxên bejahî yên navçeya Licê ya Amedê, operasyona dewleta Tirk bi berfirehî dewam dike. -
Bavê şehîd Şoreş Karerê ji pêşengên şerê tunelan koça dawî kir
Kemal Ebaszade, bavê gerîlayê Hêzên Parastina Gel Şoreş Karer (Çawiş Ebaszade), ku yek ji pêşengên şerê tunelan bû, ji ber nexweşiyê koça dawî kir. -
Encûmenên şaredariyê desteserkirin red kirin, wekîla hevşaredar hilbijartin
Endamên encûmena şaredariya Colemêrgê yên ji DEM Partiyê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê red kirin û Viyan Tekçe bi yekdengî weke wekîla hevşaredar hilbijartin. -
HPG: 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Avaşîn û Metînayê lidar xistîn de, 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin. -
Bakirhan: Berxwedana gel ji tank û topên wan mezintir e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha got: “Berxwedana gel ji tank û topên wan mezintir e. Ji vir û şûnde ti Kurdê xwedî rûmet, divê li ber avahiya AKP’ê jî derbas nebe.” -
HPG’ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî
HPG’ê şehîdên Avaşînê bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn li dijî kesayeta koletiyê ya ku ji aliyê dijmin û hevkarên wê ve dihat ferzkirin, şer îlan kirin û nûneriya sekna Kurdê azad kirin.” -
Avakara jiyana azad: Jiyanda Laşer
Nasnavên ku gerîla li çiyayên azad li xwe dikin yekem prototîpa kesayeta azad a Kurdistanê pêk tînin. Jiyanda Laşer jî yek ji wan nûneran e. -
Parlak: Tenê bi berxwedanê em dikarin vê darbeyê têk bibin
Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak got, "Faşîzma AKP-MHP'ê wê bixwaze rejîma qeyûm berfireh bike, lê belê berxwedana gelê me wê li pêşiya vê bibe asteng." -
KJK: Xeta Zîlan misogeriya bingehîn a sîstema azadiya jinê ye
Koordînasyona KJK'ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got, "Xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike, pêşenga her serdemê biafirîne û bibe garantî û avakarê bingehîn ê sîstema azadiya jinê." -
Binarê Qendîl 10 caran hat bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker ji duh ve 10 caran bi balafirên şer Binarê Qendil bombebaran kir. -
Derbarê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn hat destpêkirin
Derbarê Hevşaredarê Tetwanê yê DEM Partiyê bi hinceta ku wêneyê Tayyîp Erogan ji odeya meqamê derxistiye lêpirsîna fermî hat destpêkirin. -
Hevserokên DEM Partî û DBP'ê: Em ê li dijî vî mejiyê faşîzan li ber xwe bidin
Hevserokên DEM Partî û DBP'ê li Colemêrgê bi nûnerên rêxistinên civakî re rûniştin û gotin, "Li dijî vî mejiyê faşîzan em ê li ber xwe bidin." -
Dîmenê çalakiyên bi teknîka taybet hatin kirin
Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Girê Amediyê weşand ku bi teknîka taybet hatin kirin.