Şewata li parzûngeha petrolê ya Hewlêr nayê vemirandin: Herî kêm 10 birîndar

Li Başûrê Kurdistanê, parzûngeheke petrolê ya li ser rêya Hewlêr-Giwêrê ji roja Çarşemê ve dişewite. Şewat hîn jî nekariye bê vemirandin. Herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Şewata ku sedema wê hîn nayê zanîn, êvara Çarşemê li tankeke asfaltê destpê kir û bi parzûngeheke din a li ser rê ket ku li başûrrojavayê Hewlêrê ye.

Dûyekê reş bi ser qadê ket. Arkujan ji nîvê şevê ve hewl dan şewatê vemirînin. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Parastina Sivîl a Hewlêrê, piraniya wan ji Parastina Sivîl a Hewlêrê zêdeyî 10 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku sê wesayitên arkujiyê jî di nava agir de mane û şewitîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, roja Pêncşemê gelek tîmên parastina sivîl hewl didin şewatê vemirînin.

Parastina Sivîl got, "Şewatê li parzûngehekê destpê kir, piştre agir bi parzûngeheke din jî ket" û diyar kir ku sê tankerên sotemeniyê şewitîn.

Li aliyekî germa zêde, li aliyê din jî hefteyên dawî gelek caran agir bi navendên bazarê, depo û nexweşxaneyan ket. Hin komên paramîlîter ên nijadperest ên bi piştgiriya Tirkiyeyê berpirsyariya hin şewatên li Başûrê Kurdistanê li xwe girtin.

Li gel vê yekê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ber ku li sektorên avahîdanîn û barhilgiriyê pîvanên ewlekariyê baş bi cih nayên anîn, şewat û qezayên kujer rû didin.

Tevî dewlemendiya hîdrokarbon jî hem Iraq hem jî Herêma Kurdistanê ji ber karên ne li rê û rêveberiya nebaş a cemaweriyê ji aliyê binesaziyê ve di rewşeke xerab de ne.

Di Kanûna 2023'an de li Başûrê Kurdistanê agir bi avahiyeke zanîngehê ketibû û herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Sê meh beriya vê bûyerê li Qereqoşê li dawetekê şewatê rû dabû û nêzî sed kesî jiyana xwe ji dest dabûn.