Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin

Rêveberê DEM Partî yê Êlihê Bariş Avşar li edliyê hat derbkirin û binçavkirin.

TERORA POLÎSÊN TIRK

Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Bariş Avşar yê ji bo piştgiriya Mehmet Teknal li edliyê bû, bê ku ti hincet were nîşandan ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û binçavkirin.

Parêzerên ku bi hewara qîrîna Avşar ê ji aliyê polîsan ve li erdê ve dihat kaşkirin çûn û polîs hişiyarî kirin, lê polîsên Tirk xwestin êrîşî parêzeran jî bike. Tevî ku hat îdiakirin ku der barê Avşar de biryara binçavkirinê heye jî, bêyî ku biryar bê nîşandan birin menzela polîsan a di hundirê edliyê de.