Diyariya ku ji Girê Cûdî hatî

Li wî cihî, di wê gurahiyê de li ser textikan alên PKK û YJA Starê hatibûn neqişandin, dibe ku nirxê herî mezin ê ji mirinê hatiye dizîn; rewşa herî şênber a berxwedan û mirovbûnê nîşan dide.

DIYARIYA JI GIRÊ CÛDÎ

Ji bo kêliyekê jî hemû mesafe ji holê rakir û ji gerîlaya jin a ku nîşe vekir re got: "Ya rast ev e.”

Em li wargeheke gerîla rûniştibûn. Gerîlaya jin a ku ji derve ha bi awayekî westiyayî barê pişta xwe daxist û nîşeyên ku bi xwe re anîbû da gerîlaya din a jin. Dema wê nîşeyan yek bi yek vedikir, du tiştên biçûk ji nişka ve ketin destên gerîlaya jin. Ez dibêjim "tişt" ji ber ku min jî nizanibû ew çi ye. Min ji refleksên kelecana gerîlaya jin fêm kir ku tiştek wê kêfxweş dike. Bi gotina; “Ka lê bînêrîn heval, ji Girê Cûdî hatiye’ meraqa min zêdetir bû. Du texteyên biçûk ên ketin nav kefa destê wê ketin û demek dirêj li herdu aliyên wê nêrî. Bi kelecanî got; “Ka lêbinêrin”, mîna ku bibêje: "Binêrin, wateya her tiştî ev e; tiştê ku em dixwazin biafirînin, nîşan bidin, bibêjin ev e." Dibe ku xwîdan, ked û hestên gerîlayên ku ew perçeyên darê hildiberandin hat bîra wê. Balkêşe, tiştên wiha ji pir kesan re biçûk û hêsan xuya dikin. Lêbelê dinyaya ku dixwaze xwe tune bike, hewl dide ku manewiyata ku ev tişta hêsan û biçûk afirandiye tune bike.

BERXWEDANA GIRÊ CÛDÎ

Gerîlayên Girê Cûdî 3 sal in li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Gelek çalakiyên serkeftî pêk anîn û operasyonên şoreşgerî organîze kirin. Gelek caran çekên dagirkeran desteser kirin û ketine çeperên wan. Car bi car çekên kîmyewî yên ku divê dewlet jê şerm bike li hemberî wan bi kar anîn. Di çalakiyan de hevalên wan an birîndar bûn yan jî şehîd bûn. Dengê hawan û obusên dagirkeran ên bênavber di guhên wan de olan dan. Hûn dikarî bibêjin, “Gerîla hînî vê bûye”, mîna bêxew, birçîbûn, westandin, bomberdûmanên dijwar û di nava çalakiyan de ne… Belê, rastiya şer ev e, mirov qebûl dike û hîn dibe. Ji derveyî jimartina zeman, ew cihê ku her tim zeman lê ava dibe û ji bo hebûnê digere, di nava wê gurahiyê de carna ezingek ku mirov ji bo bişewitîne nabîne, li ser textikan alên PKK û YJA Starê hatibûn neqişandin, dibe ku nirxê herî mezin ê ji mirinê hatiye dizîn be.

Gerîlaya jin diyariya biçûk ku wateya bîranînên xwe lê bar kir, wê gavê dirêjî gerîlaya li kêleka xwe kir. Ez nizanim ew li ser gelo enerjî mesafeyan tine dike, an jî ew textikên biçûk peyvan ji holê radike. Tenê ew gerîlaya jin dizane ku çi difikire. Min berê xwe da wê gerîlayê û destê xwe dirêj kir. Kevirên biçûk da destê min.

SEMBOLÊN BERXWEDANÊ YÊN HATINE

Ev diyarî di 21’ê Adarê Newroza mizgîna berxwedan û biharê de hatiye nivîsandin û şandin. Îro 5’ê Hezîranê ye û nîşe nû hatiye. Wek hûn jî dizanin şert û mercên şer veguheztina demê “kêliyê” hinekî dereng dixe... Du textikên biçûk… Li ser du textikên biçûk alên YJA Star û PKK'ê hatine neqişandin. Ji her du aliyan ve bi du tayên cuda hatine rêsandin. Li aliyekî PKK û li aliyê din jî Girê Cûdî; Li ser textikê din jî YJA Star û Girê Cûdî hatibûn nivîsandin. Ma ne pir watedar e? Ev diyariyên biçûk ên neqişandî ku ji Girê Cûdî hatine ma her tiştî bi awayekî herî zelal îfade nake? Girê Cûdî ne tenê pozîsyona şer e, cihekî ku jiyana nû lê tê avakirin, tê ceribandin, tê xwestin ku berxwedana mirovatiyê were bibîranîn û ragihandin, jin û mêr di nava çeperên bihêz de bi azadiyê bên ge hev... Zarokên herî xweşik ên Kurdistanê dibêjin, "Em ê careke din nehêlin ku di dîroka mirovahiyê de hûn bên jibîrkirin.”

JI BO JI MÊTINGERIYÊ RIZGAR BIBIN

Ger nehatiba gotin, dibe ku wenda bibûya; mîna ku toz bi axê re tevdigere, av jî bi çavkaniyê re tevdigere, stêrk jî bi gerdûna enerjiyê ya ezmanan re tevdigere. Her tiştê ku nayê ravekirin di çerxa jiyanê de nenas dimîne. Divê her kêliya kesên ku ji bo rizgarkirina welatê xwe ji mêtingeriyê têdikoşiyan û yên ku xwestin jiyanek nû biafirînin bê gotin. Nirxên ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derxistiye holê her roj bedewiyên nû diafirîne. Ev têkoşîn her roj çîrokeke qehremaniyeke cuda dide dinyayê. Em jî dibin şahid, dibihîzin û hinek ji wan qehremanî û bedewiyan hîs dikin. Vaye du rextikên ji Girê Cûdî hatine û alên berxwedanê lê neqişandine rewşa herî şênber a berxwedan û mirovbûnê nîşan dide.