Li Colemêrgê gel ji bo mîtînga mezin li hev kom dibe

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê di nava roje de mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Ji bajarên cuda girseyên gel digihêjin Colemêrgê.

Piştî hilbijartinên xwecihî Şaredariya Colemêrgê di 3'ê Hezîranê de hate desteserkirin, hevşaredarê ji DEM Partiyê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate danîn.

Li dijî vê desteserikrina îradeyê wê li taxa Tekserê li qada otogarê bi beşdariya bi deh hezaran kesî mîtîngeke mezin bê lidarxistin.

Ji bo mîtînga DEM Partiyê ya bi dirûşma 'Şaredariyê yên gelan e, em ên nehêlin bê desteserkirin' tê lidarxistin, ji roja Çarşemê ve ji bajarên cuda mirov ber bi Colemêrgê bi rê ketin.

Bi sedan kesên ji Îzmîr, Edene, Amed, Erzîrom û Agiriyê bi rê ketin gihîştin bajêr. Girseya gel li ber avahiya DEM Partiyê ya Rêxistina Colemêrgê li hev kom dibe.