BI DÎMEN

Suham Şengalî: PDK siyaseta DAÎŞ’ê li ser jinan dimeşîne

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir, PDK naxwaze jinên Êzidî yên ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne li Şengalê bimînin û got: “Siyaseta PDK’ê ji siyaseta DAÎŞ’ê ne cûdatir e. PDK, dixwaze jin û zarok ji çand, ziman û axa xwe dûr bikevin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adara îsal de kampanyaya “Li hemberî qirkirina jinê bibe dengê xwe parastinê” da destpêkirin. TAJÊ bi çalakiyên ku di çarçoveya kampanyayê de pêşxistin, di asta Iraqê û cîhanê de berfireh kir. Yek ji armancên bingehîn ên kampanyayê, rizgarkirina keç û jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de ne. Herî dawî di destpêka meha Hezîranê de jî jina Êzidî ya bi navê Ezîze Xalid Elî tevî 2 zarokên ku pê re ne ji aliyê hêzên QSD’ê ve li Kampa Holê hatin rizgarkirin.

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî 3 mehên destpêkê yên kampanyayê û encamên wê, siyaseta PDK’ê ya li hemberî jinan, jinên ciwan ên ji destê DAÎŞ’ê rizgarbûyî û giringiya pêşxistina feraseta xwe parastinê ji bo jinên Êzidî ji ajansa me ANF’ê re nirxand.

Suham Şengalî anî ziman ku kedek mezin a şervanên YPG û YPJ’ê di rizgarkirina dîlgirtiyan de heye û wiha got: “Di operasyonên rizgarkirinê de gelek şehîd hatine dayîn. Ji şerê Baxozê heya şikestina DAÎŞ’ê, di wan pêngavan de bi sedan keç, jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin. Piştî ku malbatên DAÎŞ’ê li Kampa Holê hatin bicihkirin, di nav wan de gelek jin û zarokên Êzidî jî hebûn. Lêgerîn û hewldana hêzên QSD’ê ji bo dîlgirtiyên Êzidî yên li Kampa Holê berdewam dike. Gelek ji wan hene ku ditirsin nasnameya xwe diyar bikin û bi guman in ku eger werin rizgarkirin wê rewşa wan çawa be.’’

Suham Şengalî destnîşan kir ku dîlgirtiyên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de ne tenê li Kampa Holê ne, beşek ji wan derxistine bajarên weke Idlib, Serêkaniyê û Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne û wiha pêde çû: “Dîsa beşek ji wan derbasî Tirkiyê kirin. Bi hezaran keç û jinên Êzidî çarenûsa wan ne diyar e. Em nikarin hejmareke zelal bêjin ji ber ku hinek girtî ne, hinek di gorên komî de ne, hinek di destê DAÎŞ’ê de ne.”

PDK NAXWAZE KESÊN RIZGARBÛYÎ LI ŞENGALÊ BIMÎNIN

Di berdewama axaftina xwe de Suham Şengalî bilêv kir ku heta niha ji aliyê YPG, YPJ û TAJÊ ve bi sedan zarok û jin ên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan hatine kirin.  Suham Şengalî, wiha dom kir: “Kesên hatine rizgarkirin ji aliyê civak me ve bi germî hatine pêşwazîkirin ku bikaribin li ser axa xwe û di nava civaka xwe de jiyana xwe bidomînin. Lê PDK siyaseteke qirêj li ser wan dimeşîne. Rêbaza PDK’ê ya sereke ew e ku nahêle ew kesên rizgarbûyî li Şengalê bimînin. Çawa ku digihêjin Şengalê, PDK bi malbatên wan re dikeve têkiliyê û bi derfetên madî dixwazin wan derxin Başûrê Kurdistanê, dibin mektebekê girêdayî Nêçîrvan Barzanî û hemû rastiyên wan berovajî dikin. Derewan dikin ku ev kes ji aliyê PDK’ê ve hatine rizgarkirin. Ji bo karibin rastiyan veşêrin û derewan bikin dîlgirtiyan ji Şengalê derdixin.”

‘SIYASETA PDK’Ê JI YA DAÎŞ’Ê NE CÛDATIR E’

Suham Şengalî anî ziman ku PDK dîlgirtiyên ku ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin tevî malbatên wan ji Iraqê derdixe û got: “Dixwazin bi vê rêbazê Şengalê vala bikin. Heya niha bi sedan jin û jinên ciwan ên  Êzidî yên rizgarbûyî, bi vê rêbazê derxistin Ewropayê. Siyaseta PDK’ê ji siyaseta DAÎŞ’ê ne cûdatir e. Di fermana 2014’an de DAÎŞ’ê bi darê zorê keç, jin û zarok ji çand û zimanê wan dûrxistin. Niha PDK heman tiştî bi rêbazên cûda, bi şerê taybet dimeşîne. PDK dixwaze fermana 2014’an bi dîlgirtiyan bide jibîrkirin ku ew şahidên xiyaneta PDK’ê ne. Bi navê tedawiyê dibêjin lazim e ev kes ji cihê fermanê dûr bikevin! Bi vî awayî wan ji Şengalê derdixin da ku fermanê li wan bidin jibîrkirin û ev kes li pey doza xwe neçin. Şahidên komkujiyên DAÎŞ’ê û xiyaneta PDK’ê dixwazin wenda bikin.“

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî da zanîn ku lige vê siyaseta qirêj û rêbezên şerê taybet ên PDK’ê jî hejmarek ji wan dîlgirtiyan li Şengalê, li ser axa xwe, bi çand û baweriya xwe dijîn û hewl didin bandora DAÎŞ’ê derbas bikin. Suham Şengalî girîngiya mayîna wan a li Şengalê, wiha nirxand: “Dema zarokên keç 10 salî bûne rastî destdirêjiyê, firotinê, kolekirinê hatine. Ew bi xwe zarok in lê destdirêjî li wan hatiye kirin û zarok anîne dinyayê. Ev kes dikarin di nav civaka xwe de van tiştan derbas bikin. Yên derdixin Ewropayê jî di nav malbatê wan de nahêlin, dibin cihên taybet, bi navê tedawiyê fermanê didin jibîrkirin.”

‘KAMPANYA DI ASTA CÎHANÎ DE TÊ MEŞANDIN’

Suham Şengalî bal kişand bi ser kampanyaya TAJÊ ya “Li hemberî qirkirina jin bibe dengê xwe parastinê” û wiha bi dawî kir: “Armanca me rizgarkirina jinên dîlgirtî û parastina wan e. Ev kampanya ji bo wê ye ku ev jin careke din rastî van kiryaran neyên, karibin parastina xwe bikin. Cewhera kampanyayê xweparastin e. Her jineke Êzidî li ku derê dibe bila bibe karibe xwe li hemberî her cûre êrîşan biparêze. Em dixwazin feraset û nêrîneke parastinê ji bo jinên Êzidî pêş bixin. Di çarçoveya kampanyayê de ligel jinên Iraqî, jinên Rojhilata Navîn û jinên enternasyonal re kar û xebat hatin meşandin. Ji bo ev kampanya bi ser bikeve wê xebat bi rêbazên cûda berdewam bike. Xebata sereke ew e ku jin wê çawa karibin têkoşîneke hevpar a parastinê pêş bixine.”