KONGRA-GEL: Em Cejna Qurbanê bi berxwedanê pîroz bikin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û bang kir ku vê cejnê bi berxwedana li dijî desteserkirina îradeyê pîroz bikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û got, "Em Cejna Qurbanê li Rêber Apo, gelê Kurdistanê yê li her çar parçeyan û alema Îslamê pîroz dikin. Hêvî dikin ku cejn ji bo gelê me bibe wesîleya piştevaniya civakî. Gelê me li her qadê li dijî qeyûmê heram, cejnê bi têkoşînê pêşwazî dike. Gelê me ku xwedî li îradeya xwe derdikeve, em vê berxwedana wan a bi rûmet bi rêzdarî silav dikin."

Di dewama peyamê de hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê beriya cejnê li her qadê êrişî îradeya hilbijartinê ya gelê me, hêzên demokrasiyê û gerîla dike. Tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo 39 meh in dewam dike. Polîtîkaya qeyûm ê heram, ku li pêşberî berxwedana xelkê Wanê neçar ma paşve gavê biavêje, di şexsê Colemêrgê de niha li ser bi dehan şaredariyan tê ferzkirin. Bi birîna cezayên giran ên di doza Kobanê de dixwazin pêşengên siyaseta muxalîf bitepisînin.

Lê belê ev polîtîkayên şerê topyekûn ê hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst li hemberî têkoşîna Rêber Apo, gerîla û gelê me bê encam maye. Bi van polîtîkayên faşîst re wê li her qadê hîn bêhtir tengav bibe û zehmetiyan bikişîne. Ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike Erdogan di nava lêgerînên piralî de ye. Lê belê ti tişt wê faşîzma AKP-MHP'ê ji hilweşînê nikaribe rizgar bike.

Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm a li ser şaredariya Colemêrgê ne tenê ji bo Colemêrgê ye. Eger bi ser bikevin wê di çarçoveya şerê topyekûn de qeyûman li ser dehan şaredariyan deynin. Lewma ne tenê li Colemêrgê divê li her qadê bi berxwedaneke topyekûn destûr ji polîtîkaya qeyûm ê heram re neyê dayin. Têkbirina polîtîkaya qeyûm wê hilweşîna faşîzmê hîn bi lez bike.

Li dijî şerê topyekûn ê faşîzma AKP-MHP'ê divê gelê me û hêzên demokrasiyê bi têkoşîna topyekûn berxwedana xwe mezin bike. Gelê me û hêzên demokrasiyê divê li her qadê bi dirûşma 'Qeyûm heram e, berxwedan maf e' li ber xwe bide. Xwedîderketina li îradeya xwe wezîfeya herî pîroz a gelekî ye.

Kampanya azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyê gelê me û dostên me ve tê meşandin li welêt û li qada navneteweyî pêşketinên girîng afirandiye. Faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze bi pêngava qeyûm rojeva kampanya azadiyê biguherîne û li ser vê bingehê bandorê li pêvajoyê bike. Lê belê berevajî vê yekê hêrsa mezin a gelê me û polîtîkaya qeyûm ê heram wê bibe sedem ku faşîzm hîn zû hilweşe.

Qeyûm heram e. Bi hêviay ku bibe wesîleya hilweşîna polîtîkaya heram em Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê yê li çar parçeyan û alema Îslamê pîroz dikin. Di têkoşîna rûmetê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê de ji gelê xwe re serketinê dixwazin."