KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bêrîtan Amed: Li Kurdistanê wê her tim xeta berxwedanê bi ser bikeve
Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed anî ziman ku ÎHA û SÎHA'yên dewleta Tirk ji aliyê gerîla ve yek bi yek têne xistin û destnîşan kir ku li Kurdistanê her tim wê xeta berxwedanê bi ser bikeve. -
Bombe li Binarê Qendîlê hate barandin
Dewleta Tirk li Binarê Qendîlê bi balafirên şer bombe li hin qadan barand. -
Gerîla li gelek herêman li dagirkeran xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna, Xakurkê û Geverê li dijî artêşa Tirk a dagirker gelek çalakî lidar xistin. -
Li Metînayê fedayî çarenûsa şer diyar dikin
Gerîlayên li Metînayê ji bo parastina xaka xwe û rûmeta gelê Kurd, her roj bi çalakiyên xwe derbeyên giran li artêşa Tirk dixin. -
Hozat: Şerê qirkirina Kurdan sedem, hilweşîn û encam e
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, şerê qirkirina Kurdan çavkaniya her cûre bêhiqûqî, bêedaletî û hilweşînê ye û destnîşan kir, ku heta sedemên vê yekê ji holê neyên rakirin wê Tirkiye nekeve ser rêyeke rast. -
Kureyşan ê HPG'yî: Nikarin îradeya me bişikînin
Gerîlayê HPG'ê Qendîl Kureyşan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya gerîla bişikîne û got, hevkariyê bi Kurdên xayin re bike jî, piştgiriyê ji NATO'yê werbigire jî wê ti carî nikaribe bi gerîla. -
237 roj in rojnamevan Silêman girtî ye
237 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve girtî ye. -
Karker: Divê kesên olê bi kar tînin li her derê bên teşhîrkirin
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Mîrxan Karker, cejna Qurbanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir û got, "Yên ku di vê serdemê de olê bi kar tînin gotin û jiyana wan li hev nayê. Divê ev dijminên kedê baş bêne naskirin û teşhîrkirin." -
Cîhan Celo: Iraq dixwaze gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser dûr bixe
Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo siyaseta Iraqê ya li ser gelê Ereb weke berdewama siyaseta PDK’ê nirxand û got: ‘’Iraq dixwaze gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser a Şengalê dûr bixe. Gelê Ereb û civaka Êzidî li ser fikir û armancekê ne.’’ -
Jineke Êzidî tevî 3 zarokên xwe li Dihokê winda bûn
Jina Êzidî ya ku tevî 3 zarokên xwe diçû bijîşk li ber deriyê kampa Beedrê li wesayîtekê siwar bû û heta niha agahî ji wan nayê girtin. -
Li ser gundên Metînayê êrîşên dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li gundên Guherzê û Belavê yên herêma Metîna yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Tulay Hatîmogûllari: Em ê şaredarvaniyekî civakî û gelparêz bi pêş bixin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li navçeyên Curnê Reş, Wêranşar, û Serêkaniyê serdanên cejnê li dar xistin. -
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan li Agiriyê serdana şaredariyan kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Agiriyê bi boneya cejnê serdana şaredariyan kir. -
Sê şehîdên YRK’yê Hêja Sine, Sîrwan Alanî û Şêrko Rojhelat hatin bibîranîn
Li Silêmaniyê di sêyemîn salvegera şehîdên YRK’yê de Hêja Sine, Sîrwan Alanî û Şêrko Rojhelat hatin bibîranîn ku li herêma Şahoyê şehîd bûbûn. -
Ji dengê şehîd Aso Ferzad stranek
Gerîla TV ji dengê gerîlayê ji Rojhilatê Kurdistanê Aso Ferzad stranek weşand. -
Li Şirnexê çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê
Li Şirnexê di çalakiya nobedê de ku Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina îradeyê da destpêkirin, siyasetmedar û gel li hev kom bûn û cejna xwe pîroz kirin. -
KONGRA GEL 'milîtana pêşeng a avakirina civakî' Raperîn Amed bi bîr anî
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL Raperîn Amed bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Milîtana pêşeng a avakirina civakî ye." -
Siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin li ser gora xwe hate bîranîn
Rêxistina Amedê ya DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gora siyasetmedarêw Kurd Vedat Aydin kir. -
Canpolat: 21’ê Hezîranê em bi rengekî girseyî li ber girtîgehan kom bibin
Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat wiha got: “21’ê Hezîranê em bi rengekî girseyî li ber girtîgehan kom bibin. Yekane rêya derketina ji krîzê Îmralî ye.” -
Keleha berxwedanê: Keleha Çemço
"Rastî di vî girî de hevaltiyek pir xurt hebû. Ji çekên me zêdetir îradeya hevalan û hevaltiya hevalan bû ku hişt em serketî bin. Ger ku ev neba dibe ku me jî nekarîba em di gir de li ber xwe bidin." -
Li Mexmûrê serdana gorên şehîdan hat kirin
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi wesileya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdan kirin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Îradeya gel ji hemû êrîşan bihêztir e
Rêveberiya Xweser a Şengalê di salvegera teqandina Meclîsa Gel a Sinûnê de şehîdên meclîsê bi bîr anî û ev peyam da: ‘Xwestin îradeya piştî fermanê ava bûye, têk bibin. Lê ev îradeya ava bûye, ji hemû êrîşên wan bihêztir e.’ -
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Metînayê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Çiyayê Metîna yê li sînorê navçeya Amûdiyê barandin. Nehat zanîn ku di encama bombebaranê de ti windahiyên can û mal çêbûne yan na. -
Peyama PJAK’ê ya bi boneya Cejna Qurbanê
Komîteya Dîn û Baweriyan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û got ku Cejna Qurbanê bila bibe wesîleya bihêzkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê. -
KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û hemû alema Îslamê pîroz be!
KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û got: “Di van şert û mercan de hêvîdar in û baweriya me heye ku gelê me dê di siberojeke nêzîk de bi aramî û azadî cejnên xwe li ser xaka xwe ya azad pîroz bike.”