Bi girseyî serdana şîna Şehîd Rûken Spêrtî hate kirin

Ji bo gerîlaya YJA Starê Rûken Spêrtî li Silopyayê şîn hate danîn. MEBYA-DER û DEM Partî bi girseyî serdana şînê kirin.

Ji bo Rûken Spêrtî (Fatma Koyuncu) a di 6’ê Nîsana 2018’an de li Xakurkê şehîd bibû, ji aliyê malbata wê ve li taxa Zap a Silopyayê şîn hate danîn.

Bi pêşengiya Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) bi girseyî serdana şînê hate kirin.

Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Zekî Îrmez di şînê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd sed sal in li erdnîgariya Kurdistanê rûbirûyê polîtîkayên înkar û îmhayê dimîne û got: “Sedema herî girîng a windahiyên li erdnîgariya me çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.”

Li ser navê malbata Rûken Spêrtî Silêman Şavluk axivî û anî ziman ku bi sedan ciwan di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de şehîd bûne û ger pêwîst bike wê ewqas kesên din jî wê canê xwe bidin.

Piştre dayika şehîd Xezal Koyuncu axivî û wiha got: “Şehîd şehîdê Kurdistanê ye. Serê hemû malbata me sax be. Em hemû di dawiyê de bimirin. Xwedê mirineke bi rûmet nesîbê her kesê bike.”

Şandeya ku beşdarî şînê bûn, piştî xwendina duayan sersaxî dan malbatê.